BI DÎMEN

Li Parîsê meşa “Ji Ocalan Re Azadî” ji 2 baskan didome

Di pêşengiya Konseya Demokratîk a Kurd a Fransa (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd de meşa li dijî Komploya 15’ê Sibatê bi piştgiriya gelek saziyan ve ji 2 baskan didome.

Meşa ji Villilers Le Bel û Villeneûve Saînt Georgesê ji du baskan destpê kir, bi daxwaza azadiya Ocalan ve dewam dike. Baskê meşê yê ji pêşiya Şaredariya Villeneûve Saînt Georgesê derket rê, piştî 6 kîlometreyan li ber Şaredariya Le maîre de Choîsy-le-Roî navber da. Meşvan ji aliyê Şaredar Dîdîer Gûîllaûme hatin pêşwazîkirin. Li vir şaredar axaftinek kurt kir, got ji ber mahzûbantiya gelekî berxwedêr dike serbilind e.

 ‘HER DER CIZÎR!’

Piştî navberê, meşvanan bi dirûşmeyên, “Ji Ocalan Re Azadî”, “Her Der Berxwedan, Her Der Cizîr” ve meşa xwe domandin.

Baskê meşê yê Villiers le Bel jî ji aliyê rayedarên şaredariyê yên herêmê û rêveberên Herêma 95 a Partiya Komunîst a Fransiz hatin pêşwazîkirin. Piştî axaftinên piştevaniyê, meşvanan bi dirûşmeyan meşa xwe domandin. 

...