Li Saarlandê ji bo protestokirina komployê meşek 3 rojan tê lidarxistin

Bi armanca protestokirina komploya navneteweyî û balkişandina ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li eyaleta Saarland a Elmanyayê meşek dirêj a 3 rojan tê lidarxistin.

Bi armanca protestokirina komploya navneteweyî û balkişandina ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li eyaleta Saarland a Elmanyayê meşek dirêj a 3 rojan tê lidarxistin. Vê sibehê start li Merzîgê hat dayîn.

Kurdistaniyên vê sibehê saet 09.30’an li bajarê Merzîg ê Saarlandê ketin nav tevgerê, bi meşeke 55 kîlometreyan wê xwe bigihînin pêşiya parlamentoya Saarlandê û bi mîtîngek li vir ve wê meşa xwe bi dawî bikin. 160 kes tevlî meşê dibin.

Kurdistaniyên roja destpêkê wê 25 kîlometreyan bimeşin wê êvarê li bajarê Saarloûîs derbas bikin. Her wiha saet 19.00’an li navenda Saarloûîsê jî wê mîtîngek bê lidarxistin. Sibehê jî wê di navbera Saarloûîs û Bûrbachê meş pêk were. Kurdistaniyên wê xwarina xwe ya nîvro li bajarê Volklîngenê bixwin, saet 14.00’an wê li bajar mîtîngekê li dar bixin.