Li bajarê Elmanya Hannoverê, polîsên Elman avêtin ser Komeleya Ciwanên Antîfaşîst ên Elman, ku piştgiriyê dide Kurdan.
Piştî serdegirtinê bi sedan kes li ber avahiya komeleyê li hev civiyan. Polîsan ketin û derketina kolana avahî lê ye, girtin.
Endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Hannoverê, ku ji bo piştgiriyê li ber avahiya komeleyê li hev civiyan, dan xuyakirin ku armanca vê serdegirtinê bitenêhiştina Tevgera Azadiyê ya Kurd e. Endamên Navenda Civaka Demokratîk gotin, "Eger rejîma AKP'ê hewl dide rewşenbîr, nivîskar, entellektuelan ji Tevgera Azadiyê ya Kurd dûr bixîne, dewleta Elman jî heman tiştî dike" û bang li hemû hêzên demokratîk kir, ku helwestê nîşan bidin.