Meşa dirêj a li Frankfûrtê bi mîtîngekê qediya
Meşa dirêj a li Frankfûrtê ya li hemberî komploya navneteweyî bi mîtîngê bi dawî bû.
Meşa dirêj a li Frankfûrtê ya li hemberî komploya navneteweyî bi mîtîngê bi dawî bû.
Meşa dirêj a bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî li Frankfûrtê hat ldiarxistin, li ber parlamenta eyaleta Hessenê ya li bajarê Wîesbadenê bi mîtîngekê bi dawî bû.
Meşa dirêj bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi beşdariya Kurdistaniyên ji Frankfûrt, Gîessen, Hanaû û derdora wê ji Haûpwache ya Frankfûrtê pêr destpê kiribû. Meşvan duh 20 kîlometre meşiyan û xwe gihandin bajarokê Hofheîmê. Îro jî ji ber avahiya şaredariay Hofheîmê dest bi meşê kirin û gihaştin Parlamenta Eyaletê ya li Wîesbadenê.
Meşvan li vê derê bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Cizîrê" ji aliyê gel ve hat pêşwazîkirin.
Mîtînga li vê derê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û li ser navê Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê Yildiz Aktaş axivî. Aktaş komplo û tecrîd lenet kir û destnîşan kir ku gelê Kurd wê ti carî serî netewîne û hesab ji qetlîamkeran bipirsin.
Di çalakiyê de ji bo mîtînga îro saet 15:00 a li ber Konsolosxaneya Tirk a Frankfûrtê banga tevlîbûnê hat kirin.