Meşa dirêj a li Leverkûsenê li ber Parlamenta NRW bi dawî bû

Meşa dirêj a li Leverkûsenê li dijî komployê û komkujiyan hat destpêkirin bi dawî bû. Di meşê de bal hat kişandin ser komkujiyên li Cizîr û Sûrê hatine kirin û dirûşma 'tolhildan' hat qîrîn.

Meşa dirêj a li bajarê Elmanya Leverkûsenê li dijî komploya 15'ê Sibatê û komkujiyên li Kurdistanê destpê kir, li ber Parlamenta Eyaletê ya NRW bi dawî bû.

Girseya gel duh piştî meşa 16 kîlometreyan gihaştin Benrahtê û danê vê sibehê ber bi Parlametna NRW ve meşiyan. Di dema meşê de girseya gel komkujiyên li Cizîr û Sûrê şermezar kir. Polîsên Elman xwestin jinekê ji nava çalakgeran binçav bikin, lê girseya gel destûr neda.

Kurdistaniyan dûre dosyayên amade kirî radestî Serokê Parlamenta NRW kirin.