Meşvanên li Parîsê li ber şaredariyan mîtîng pêk anîn
Meşa dirêj a ji du baskan ve li herêmên cuda yên Parîsê bi dirûşma "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdisatnê re statu" roja Çarşemê destpê kir, bi mîtîngan dewam kir.
Meşa dirêj a ji du baskan ve li herêmên cuda yên Parîsê bi dirûşma "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdisatnê re statu" roja Çarşemê destpê kir, bi mîtîngan dewam kir.
Li nuqteya destpêkê ya baskê Vîllîers Le Bel, meşvan ji aliyê Alîkarê Şaredarê Gonesse Françoîse Hewwebelle û Berpirsyarê Herêma 95. a Partiya Komunîst Jean Mîchel Rûîz ve hatin pêşwazîkirin. Di axaftinên li vê derê de daxwaza azadiya Ocalan hat kirin.
Baskên meşê li her herêmên jê derbas bûn ji aliyê rayedarên şaredariyê ve hatin pêşwazîkirin. Li ber Şaredariya Vîllîers Le Belê ji aliyê Berpirsyarê Desteya Şaredariyê Nîcolat Carrîer ve hat pêşwazîkirin. Lİ Sarcellesê jî Kurdistaniyan mîtîngek kurt pêk anîn.
Li baskê Vîllenêuve Saînt Georges, meşvan ji aliyê Şaredariyên Vîlleneûve Saînt Georges, Ivry, Vitry, Choisy Le Roî ve hatin pêşwazîkirin.
Kurdistaniyan li vê derê daxwazên xwe pêşkêşî rayedarên şaredariyê kirin. Di kombûna li vê derê de abl hat kişandin ser êrîşên Erdogan ên bi zîhniyet Nazî û hat ragihandin, ku divê daxwazên gelê Kurd bên destekkirin.