Berxwedana li Ewropayê mezin dibe: Li dijî serdestan em e bi ser bikevin

Dirûşmên berxwedan û azadiyê yên Kurdistanî û dostên wan li bajarên Ewropayê deng vedidin. Kurdistaniyan bi çalakiyên xwe re peyama "Berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê Kurdistana azad a bi Rêberê azad re ava bikin."

Hêrsa Kurdan li hemberî dewleta AKP'ê roj bi roj mezin dibe. Dirûşmên berxwedan û azadiyê yên Kurdistanî û dostên wan li bajarên Ewropayê deng vedidin. Kurdistaniyan bi çalakiyên xwe re peyama "Berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê Kurdistana azad a bi Rêberê azad re ava bikin."

LÛZERN

Kurdistaniyên li bajarê Swîsre Lûzernê daketin qadan, komkujiya li Cizîrê lenet kirin û banga bilindkirina berxwedanê kirin. Kurdistaniyên bi vê armancê li stasyona trenê ya navendî li hev civiyan, çalakiyeke rûniştinê pêk anîn û belavok belav kirin.

FREÎBÛG

Li bajarê Elmanya Freîbûrgê, ji bo lenetkirina komkujiya li Cizîrê, greva birçîbûnê ya ji 3 rojan hat destpêkirin. Grev li mizgefta Selahaddîn-î Eyyûbî destpê kir û wê heta 12'ê Sibatê roja Înê bidome. Çalakgeran bal kişandin ser polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk û destnîşan kirin, ku ti hêz nikare gelê Kurd teslîm bigire, çi dibe bila bibe wê Kurd azad bibin.

STÛTTGART

Bajarekî din ê Elmanyayê, ku hêrsa li dijî dewleta Tirk lê mezin bûye û berxwedana li Kurdistanê hat silavkirin, Stûttgart e. Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) bi sedan kes li Marıenplatzê li hev civiyan û ji vir heta ber parlamenta li Schlossplatzê meşiyan. Di meşê de têkiliya Elmanya ya bi Tirkiyeyê re hat şermezarkirin. Di dema mîtîngê de jî Kurdistaniyan dosyayek li ser qewimînên li Kurdistanê radestî rayedaran kirin.

KOPENHAGEN

Navnîşaneke din a Kurdistanê lê daket qadan paytexta Danîmarka Kopenhagen bû. Kurdistaniyên li vê derê li hev civiyan, stasyona trenê ya herî qelebalix Hovedbanegarden dagir kirin û ji bo saetekê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Di çalakiyê de bal hat kişandin ser komkujiya li cizîrê û belavok di vî warî de hatin belavkirin.

NÎCE

Navendeke din a çalakiyan bajarê Nîce yê li başûrê Fransayê bû. Bi sedan Kurdistaniyên li hev civiyan, bal kişandin ser zîhniyeta qetlîamker a dewleta Tirk. Di meşê de li dijî Erdogan û AKP'ê dirûşme hatin qîrîn û belavokên li ser bûyerên li Kurdistanê hatin belavkirin.

PARÎS

Li paytexta Fransa Parîsê meşa du rojan a bi dirûşma "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu" ji du baskan ve destpê kir di roja duyemîn de ye. Meşvanên meşa dirêj wê ji Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Parîsê dest bi beşa 2. a meşa xwe bikin. Meşvan wê danê êvarê bi mîtîngek li Meydana Nation dawî li çalakiya xwe bînin.

NANTES

Cihekî din ê ku komkujiya li Cizîrê lê hat şermezarkirin bajarê Nantes ê li rojavayê Fransayê bû. Kurdistaniyên li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Engîn Sîncer li hev civiyan, ji vê derê heta Konsolosxaneya Tirk a li Nantesê meşiyan.

Di meşê de dirûşmên li dijî AKP, Erdogan û dewleta Tirk hatin qîrîn û li ser komkujiyên li Kurdistanê belavok hatin belavkirin.

Polîsan li ber Konsolosxaneyê bi gaza îsotê êrîşî girseyê kir û gelek kes birîndar bûn. Piştî ku birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyê, girseya gel li ber Konsolosxaneyê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Çalakger dûre ber bi stasyona trenê ya navendî meşiya û li vir dawî li çalakiya xwe anî.

EVRY

Jinên Kurdistanî yên li herêma Evry ya Parîsê dijîn, bi armanca şermezarkirina komkujiya li Cizîrê, li ber avahiya Walîtiyê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Jinên bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Çîçek Botan çalakî pêk anîn, wêneyên ji komkujiyên li Kurdistanê hatine kirin hilgirtin û dirûşmên "Kujer Erdogan", "Dewleta kujer wê hesab bide" qîriyan. Piştî çalakiya rûniştinê jinan dosyayek li ser rewşa li Kurdistanê radestî Walîtiyê kirin û dawî li çalakiya xwe anîn.

ROCHELLE

Kurdistaniyên li bajarê La Rochelle yê li rojavayê Fransayê bi meşekê komkujiya li Cizîrê şermezar kirin. Di meşê de dirûşmên "Kujer Erdogan", "Her der Kurdistan e her der berxwedan e" hatin qîrîn.

LUDENSCHEÎD

Li bajarê Elmanya Ludenscheîdê komkujiya li Cizîrê bi awayekî girseyî hat şermezarkirin. Girseya gel a danê êvarê li ber avahiya şaredariye li hev civiya, belavok belav kir. Di axaftinên li çalakiyê de banga baldarî û berpirsyariyê li welatên Ewropayê hat kirin û ji Kurdan û dostên wan jî hat xwestin ku di vê pêvajoyê de her çalakiyan lidar bixin.

...