Di salvegera 17. a Komploya Navneteweyî de wê li paytexta Yewnanîstan Atînayê konferansek bi mijara "Di sala 17. a komploya navneteweyî de perspektîfên Ocalan ên ji bo derketina ji krîza li Rojhilata Navîn û rola Kurdan" bê lidarxistin.
Axaftina vekirinê wê ji aliyê yek ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Atînayê doz vekiriye Prz. Yîannîs C. Rachîotîs ve bê kirin.
Mijara rûniştina destpêkê ya konferansa "Di sala 17. de komplo û encamên wê" be. Di vê rûniştinê de wê Songul Karabûlût pêşkêşiya "Sedemên komployê û pêkhatina wê", nivîskar Mîchalîs Charalambîdî jî pêşkêşiya "Di komployê de rola Yewnanîstanê", hiqûqnas Margarat Owen pêşkêşiya "Di hiqûqa navneteweyî de revandin" û ji parêzerên Ocalan Ebrû Gunay jî wê pêşkêşiya "Weke dewama komployê tecrîda 17 salan a li Îmraliyê" bikin.
Di rûniştina duyemîn a konferansê de wê mijara "Perspektîfa Ocalan a ji bo derketina ji nava krîza li Rojhilata Navîn û rola Kurdan" bê nirxandin.
Di vê rûniştinê de jî wê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş pêşkêşiya "Nêrîna nû li siyaseta demokratîk", "Hevserokê Giştî yê PYD'ê Salih Muslim pêşkêşiya "Hêviya gelan Rojava" û parlamenterê Parlamenta Ewropayê Monîlîs Glezesûz jî pêşkêşiya "Bi gelê Yewnan re qadên têkoşîna hevpar" bikin.