Komploya kirêt a navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd (2)

Ocalan di nava tecrîda şidandî ya li Girava Îmraliyê de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane ket nava hewldanên mezin û nîşanî tevaniya cîhanê da ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd navê sereke ye.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê di 15'ê Sibata 1999'an de hat revandin û li Girtîgeha Yek Kesî ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê hat bicihkirin, bi hewldanên xwe ya ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd re nîşanî tevahiya cîhanê da ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de navê sereke ye.

Piştî ku Ocalan li Girtîgeha îmraliyê hat bicihirin, girav bi temamî weke herêma ewlekariya taybet hat îlanirin û tedbîrên awarte yên leşkerî hatin wergirtin. Berpirsyariya vê girava ku polîtîkayen taybet lê ket meriyetê, yekser ji Serokwezaretiyê re hat dayîn. Li giravê şert û merc hemû li gorî ragirtina Ocalan hat amadekirin, girtiyên li giravê hatin derxistin û li hemberî Ocalan polîtîkayeke girankirî ya îzolasyonê ket dewrê. Li gorî daneyên fermî, li giravê hezar leşker hatin wezîfedarkirin. Tedbîrên leşkerî yên di asta bilind de hatin wergirtin, ji Hêzên Deryayî re hat dayîn. Girav bi temamî bi kamerayan hat dagirtin. Her wiha derdora giravê di dereceya duyemîn de 'herêma qedexe ya leşkerî' ji aliyê bejahî, deryayî û hewayî ve hat îlankirin. Girava Îmraliyê veguehrî giraveke bi temamî bi polîtîkayên taybet ên dewletê tê birêvebirin.

LI DADGEHÊ MÎZANSENA KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ

Komploya di şexsê Ocalan de ji bo tinekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurd hat meşandin, dîsa di şexsê Ocalan de bi 'darizandinên' mîzansenî dewam kir. Doza li Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) di 31'ê Adara 1999'an de destpê kir, bi awayekî vekirî derket holê ku parçeyek ji plana tesfiye û dewama komploya navneteweyî ye. Ocalan di nirxandinên xwe yên li ser vê dozê de wiha diaxivî: "Ya di şexsê min de tê darizandin, dîrokek dil bi êş û civakeke birîndar e. Divê sedsala 21'an êdî bibe sedsala pêşketin û yekîtiya di nava aştiyê de." Mîzansen û bêhiqûqiya li hemberî Ocalan di tevahiya dozê de dewam kir. Di rûniştina destpêkê ya darizandina Ocalan a li DGM a Hejmara 2. a Enqereyê de, parêzerên Ocalan rastî êrîşa malbatên leşkeran û hêzên polîsan hatin. Rûniştina li DGM Hejmara duyemîn, serpêhatiya komployê radixist pêş çavan. Bicihkirina Ocalan li nava cihekî îzolekirî yê ji camê weke parçeyek ji mîzansena 'darizandinê' hat dîtin. Vê yekê nîşan dida ku wê piştî darizandinê di kîjan astê de tecrîd were meşandin. Di rûniştina 31'ê Gulana 1999'an de 11 xizmên Ocalan û 11 parêzerên Ocalan amade bûn. Her wiha malbatên 36 leşkerên di şer de mirin û 38 kes jî weke temaşevan beşdar bûn. Her wiha 12 parêzerên din jî tevlî dozê bûn. Ji bo şopandina dozê 12 rojnamevanên Tirk û 8 rojnamevanên biyanî tevlî bûn. Di rûniştinê de heyeta dadgehê biryar da doz li Girava Îmraliyê bidome.

ROJA ŞÊX SEÎD HAT DARVEKIRIN, BIRYARA ÎDAMA OCALAN HAT DAYÎN

Di gilînameya ji aliyê dozgerên DGM ên Enqereyê têkildarî Ocalan hat amadekirin de, weke berpirsyarê şer Ocalan hat nîşandan. Di rûniştina 29'ê Hezîrana 1999'an a li girava Îmraliyê de, ku bala hemû Kurdan û tevahiya cîhanê li ser bû, Ocalan diyar kir, ku ji bo sekinandina xwînê û pêkhatina aştiyê çi ji destê wî bê ew ê bike. Ocalan wiha digot: "Bi taybetî, eger hikûmet di mijara aştiyê de bikeve nava hewldanan, ez dixwazim kongreya aştiyê pêşniyarî PKK'ê bikim. Biryara wan di vî warî de wê aştiyê bîne. Biryardariyeke me ya bi vî rengî heye. Bersiveke erênî divê. Yekîtiya her kesî divê. Ji bo aştiyê ez projeya 'Komara Demokratîk, aştî û hevgirtina azad' pêşniyar dikim. Di vî warî de çi ji destê min bê, ez ê bikim." Di rûniştina 29'ê Hezîarna 1999'an de heyeta DGM Hejmara 2. a Enqereyê, biryara xwe ya biencamkirina konploya navneteweyî eşkere kir. Heyeta dadgehê bi yekdengiyê 'biryara îdamê' têkildarî Ocalan da û bi vî rengî gava dawî ya komployê avêt. Ev biryara îdamê ya li hemberî Ocalan di 29'ê Hezîranê de yanî di darvekirina lîderê raperîneke Kurd Şêx Seîd de hat dayîn. Bi vê biryarê re hat xwestin ku mesajeke dîrokîji gelê Kurd û lîderên wan re were dayîn.

OCALAN: EZ DIXWAZIM BIBIM Ê AŞTÎ DAYE DESTPÊKIRIN

Ocalan der barê biryara îdamê ya li hemberî wî hat dayîn de, hingî di hevdîtina bi parêzerên xwe re biryar û rewş bi vî rengî nirxand: "Bila Kurd û Tirk bi çêkerî nêzî vê bûyerê bibin. Ez nabêjim înfaz nabe, lê belê li gorî mîn îhtimaleke qels e. Pêvajoyeke aştiyê destpê kir. Rola min a di vê pêvajoyê de tê zanîn. Înfazkirina min wê Tirkiyeyê di pêvajoya Yekîtiya Ewropayê de tengav bike. Tiştekî din ku îhtimala înfazê qels dike ew ku înfaz wê aloziyê mezintir bike. Ev yek bi rastî jî wê min biêşîne. Ez dixwazim biim ê aştî daye destpêkirin."

'Biryara îdamê' ya heyeta DGM a 2. ji aliyê 9. Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind ve hat erêkirin. Piştî biryara îdamê, 1. Daîreya Dadgeha Destûra Bingehîn a Ewropayê ya ji 10 dadgeran pêk dihat û li ser navê Tirkiyeyê dadger Rizgar Turmen jî lê amade bû, rewşa bi rûniştineke taybet Ocalan nirxand. Dadgehê xwest, heta doz bi dawî bibe, înfaza ceza bê sekinandin. Li ser vê yekê biryara erêkirinê ya Dadgeha Bilind ji 2. DGB a Enqereyê ku darizandin dikir re hat şandin. Di dema koalîsyona DSP-ANAP-MHP'ê de, cezayê îdamê li hemberî 162 dengên dijber, bi 256 dengan di çarçoveya qanûnên ahengiya bi Yekîtiya Ewropayê re hat rakirin.

LI GIRAVA ÎMRALIYÊ TECRÎDA GIRAN DESTPÊ KIR

Pêkanînên tecrîdê jî bi destpêkirina darizandinê re ket meriyetê. Di destpêkê de mafê rojname û pirtûkan ê Ocalan hat astengkirin. Dûre Ocalan li hucreyê timî hat şopandin. Ocalan 24 saetan li hucreyeke ji aliyê sîstema kamera ve tê şopandin, hat ragihandin. Serê her saetê ji qulika deriyê hucreyê Ocalan hat kontrolkirin. Mafê xwe yê axaftina bi telefonê ya 10 deqeyan hat astengkirin. Mafê derketina derveyî hucreyê ku ji hemû girtiyan re tê dayîn hat bisînorkirin an jî bi temamî hat rakirin. Ji ber tecrîda giran, îzolasyon mercên rutûbetê, pirsgirêkên tenduristiyê li Ocalan der bûn. Di Adara 2007'an de di encama lêkolîna li ser porê wî de derket holê ku Ocalan hatiye jehrkirin. Li ser vê yekê bal hemû çû ser Girtîgeha Îmraliyê û rewşa tenduristiyê ya Ocalan.

DI SALA 2008'AN DE HEWLDANA ÊRÎŞA FÎZÎKÎ

Hat ragihandin ku mercên odeya hucreya yek kesî ya Ocalan lê tê ragirtin nebaş e û rêjeya karbondîoksîtê ya li vir ji sedî 75 e. Ocalan ji parêzerên xwe re ragihandin, ku divê serî li Serokwezaretî, Odeya Tabîban, Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) û DMME bidin ku der heqê rîska jehrkirinê de lêkolînan bikin. Ocalan di Tîrmeha 2008'an de vê carê rastî hewldana êrîşa fîzîkî hat. Di Cotmeha 2008'an de jî lihcureya ku weke 'darbestê' dihat pênasekirin, bi bahaneya lêgerîna li hucreyê Ocalan bi dev li erdê dirêj kirin û li hucreya wê geriyan. Ev êrîşên li hemberî Ocalan ji aliyê gelê Kurd ve bi hêrseke mezin hat pêşwazîkirin. Rêveberiya girtîgehê ya qîma xwe bi van pêkanînan re neanî, odeya ji xwe biçûk bû hîn bêhtir biçûk kir. Tecrîda di nava tecrîdê de ya li hemberî Ocalan girantir kir. Ocalan der barê van pêkanînên li girtîgehê de got, "Porê min kur kirin. Dewlet bi vê yekê re mesaja 'em kengî bixwazin dikarin te kontrol bikin, çi bixwazin dikarin bi te bidin kirin, tu di destê me de ye, tu 24 saetan di destê me de ye' dida."

LI SER ZEXTAN, GIRTIYÊN NÛ BIRIN GIRAVÊ

Li ser nerazîbûna Kurdan û zexta navneteweyî, Wezareta Edaletê di 17'ê Mijdara 2009'an de biryar da mehkûmên nû bibe giravê. Di vê çarçoveyê de Şehmûz Poyraz, Cûmalî Karsû, Hakki Alkan, Hasbî Aydemîr û Bayram Kaymaz anîn Girtîgeha Tîpa F ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê. Li girtîgehê li hemberî van girtiyan jî pêkanînên taybet ketin meriyetê. Ji 27'ê Nîsana 2011'an û pê ve hevdîtina 5 girtyan bi parêzer û malbatên xwe re hatin qeydkirin.

JI 11'Ê TÎRMEHA 2011'AN Û VIR VE DESTÛRA NAYÊ DAYÎN OCALAN BI PARÊZERAN RE HEVDÎTINÊ BIKE

Hevdîtinên Ocalan bi parêzer û malbatê re di nava 15 salan de bi awayekî kêfî hatin astengkirin. Hevdîtina destpêkê ya bi parêzeran re di 25'ê Sibata 1999'an, ya duyemîn jî di 11'ê Tebaxa 1999'an de pêk hat. Bi destpêkirina hevdîtinên bi parêzeran re, cezayên hucreyê, lêpirsînên dîsîplînê, ketin meriyetê. Ji roja destpêkê ve 'rewşa nebaş a hewayê' û 'xerabûna keştiyê' weke bahaneya pêknehatina hevdîtinan hat nîşandan. Ocalan bi parêzerên xwe re di sala 1999'an de 60 caran, di sala 2000'î de 37 caran, di sala 2001'ê de 40 caran, di sala 2002'an de 35 caran, di sala 2003'an de 21 caran, di sala 2004'an de 23 caran, di sala 2005'an de 14 caran, di sala 2006'an de 22 caran, di sala 2007'an de 29 caran karîbû hevdîtinê bike. Di navbera salên 2008-2010'an de 66 caran hevdîtin hatin astengkirin. Hevdîtina Ocalan bi parêzeran re ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve ji ber heman bahaneyan hînê tê astengkirin.

OCALAN MÛXATAB NEDÎT

Tevî tecrîda şidandî jî Ocalan ji bo çareseriya prisgirêka Kurd ket nava hewldanên berfireh ên çareseriya aştiyane û demokratîk. Li hemberî van hewldanên Ocalan, desthilatdariya AKP'ê ya bi hesabên berjewendiyan tevdigeriya, di bin navê 'Gavên ji bo Kurdan' û 'Projeya Biratî û Yekîtiya Milî' hewl da atmosferke xapandinê di nava raya giştî de biafirîne. Ocalan li hemberî vê yekê Neşxerêyek ji 156 rûpelan pêşkêş kir. Nexşeya Rê ku di 15'ê Tebaxa 2009'an de ji aliyê Ocalan ve pêşkêşî Rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê hat kirin, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane 10 pîvanên bingehîn pêşkêş kir. Lê belê ev Nexşerê bi xwe jî piştî sal û nîvekê gihaşt ber destê raya giştî. Ocalan piştre da xuyakirin ku di siyaseta demokratîk de rewşa xitimandî heye û ji bo pêşî li pêvajoyê veke careke din xwest Komên Aştiyê bên Tirkiykeyê. Di 19'ê Cotmenan 2009'an de li ser banga Ocalan ji Qendîl û Wargeha Mexmûrê 4 jê zarok 34 kes weke 'Koma Çareseriya Demokratîk û Aştiyê' ji Deriyê Sînor ê Xabûrê ketin nava welêt. Piştî hatina komê, desthilatdariya AKP'ê ceza li endamên Koma Aştiyê barand.

Ocalan peyva 'ez ê xwe vekişînim' cara ewilî beriya radestkirina 'Nexşerêyê' bilêv kir. Piştî rûdana rewşa aloz a di nava pêvajoyê de, Ocalan işaret bi 31'ê Gulana 2010'an kir, rewşa Kurd tê de dijî weke qirkirinê bi nav kir û hişyariya duyemîn da: 'Ne wate, ne feyde ne jî şert man e ku ev pêvajo bê dewamkirin. Ji ber ku min mûxatabek nedît, ji 31'ê Gulanê û pê ve ez xwe vedikişînim."

OCALAN: HEVDÎTINÊN LI VÊ DERÊ JI HOLÊ HATIN RAKIRIN

Ocalan anî ziman ku ji vê qonaxê û pê ve berpirsyarî êdî ya KCK'ê ye. Piştî destpêkirina pêvajoyê, KCK'ê di navbera 13'ê Tebaxê û 20'ê Îlonê de agirbest îlan kir. Piştî îlankirina agirbestê, KCK ji bo mayîndebûna agirbestê 'plana aştiyê' ya ji 4 xalan eşkere kir. Di dema ku hevdîtinên di navbera Ocalan û heyeta dewletê dewam dikir de, di 16'ê Îlona 2010'an de li gundê Peyanîs ê Colemêrgê, di dma derbasbûna mînîbusekê de teqînekê rû da, 9 kesan jiyana xwe ji dest dan. Balkêş bû hev teqîn li dema hevdîtinên navbera heyetê û Ocalan rast hat. Ocalan ji bo teqînê ev daxuyanî da: 'Bi vê teqînê re hevdîtinên li vê derê teqandin, ji holê rakirin. Ev hevdîtin gelekî erênî derbas dibûn, ez bi hêvî bûm."

'GAVÊN NEHATIN AVÊTIN, ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ XIST DEWRÊ'

Mîna her carê, hewldanên Ocalan ên ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk ji aliyê AKP û dewleta Tirk ve hewl hat dayîn bên pûçkirin. Li hemberî vê helwesta AKP û dewleta Tirk, Ocalan di ser heyeta AKP û dewletê ya 4 caran hat Îmraliyê re hişyarî da. Ocalan bal kişand ser 31'ê Cotmeha 2010'an û anî ziman ku eger di 31'ê Cotmehê de dewlet bersivê nede biryara bêçalakîtiyê, ew ê xwe ji navberê vekişîne. Li dû hişyariyên Ocalan ên di Adara 2011'an de kir, hevdîtinên li Îmraliyê veguherîn pêşniyarên pratîkî. KCK'ê di 12'ê Hezîrana 2011'an de ji ber hilbijartinên giştî biryara bêçalakîtiyê heta 15'ê Hezîranê dirêj kir. 15'ê Hezîrana 2011'an bû roja ku Ocalan cara pêncemîn hişyariya vekişînê da.

Ocalan di hevdîtina 24'ê Hezîranê ya bi parêzeran re wiha got: "Hevdîtinên em li vir dikin, girîng in, cidî ne. Gihaştiye astekê. Êdî dema axaftin, nîqaşê qediya ye. Mijareke em ê li ser nîqaş bikin nemaye. Yên bi min re hevdîtin kirin, li ser navê dewletê hevdîtin kirin. Eger jib o çareseriya pirsgirêka Kurd hikûmet ji aliyê detûra bingehîn a demokratîk ve gavên pratîk neavêje, wê krîz rû bide. Derket holê ku hevdîtinên heta roja îro hatine kirin, ji bo mijûlkirinê ne. Heta 15'ê Tîrmehê wê werin hevdîtina min. Eger di vê hevdîtinê de beyan bikin ku wê gavên pratîkî neavêjin, hingî wê şerê gel ê şoreşgerî bikeve dewrê."

HEWLDANÊN OCALAN CAREKE DIN BÊ BERSIV MAN

Bi biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê re, di hilbijartinên Hezîrana 2011'an de AKP bi rêjeya nêzî ji sedî 50 re desthilatdariya xwe xurt kir û tevgera siyasî ya Kurd û hêzên demokrasiyê di bin navê 'Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê' de bi 36 parlamenteran re li Meclîsê bûn xwedî temsîlê. Ocalan piştî vê rewşê, di hevdîtina 6'ê Tîrmehê ya bi parêzeran re anî ziman ku dema 15'ê Tîrmehê ya wî gotibû ew ê xwe vekişîne êdî bê wate bûye, bi heyetê de li ser avakirina 'Konseya Aştiyê' li hev kirine. Hewldanên Ocalan ên ji bo aştiyê dewam kirin. Lê desthilatdariya AKP'ê di vê pêvajoyê de jî careke din bi xemsarî tevgeriya û di neçareseriyê de israr kir. Di şerê 14'ê Tîrmeha 2011'an ê li navçeya Amed Farqînê de piştî ku 13 leşker mirin û 2 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di heman rojê de 'Xweseriya Demokratîk' îlan kir, rewş aloz bû.

Gotinên rayedarên AKP'ê tûj bûn. Ocalan jî hişyariya xwe ya dawî bi van gotinan anî ser ziman: "Ya ku ez bikim nema. Ji niha û pê ve ji bo ez rola xwe bidomînim, divê mercên tenduristî, ewlekarî û tevgera bi awayekî azad, bên afirandin." AKP'ê hewldanên aştiyê yên Ocalan û KCK'ê bêbersiv hişt, Xabûr û Farqîn ji xwe kir bahane û hevdîtinên li Osloyê bi PKK'ê re, yên li Îmraliyê bi Ocalan re bi dawî kir. Desthilatdariya siyasî careke din tecrîda li ser Ocalan şidand. Û ji hingî ve ku bûye 5 sal, hevdîtina bi parêzeran re tê astengkirin.

NÊZÎKATIYA LI OCALAN HER DER KIR QADA ÇALAKIYÊ

AKP a ku hemû hewldanên Ocalan ên ji bo aştî û çareseriyê bêbersiv hişt, tecrîda li ser Ocalan giran kir. Li ser vê yekê şerê di sala 2012'an de ji nû ve destpê kir, dijwar bû. Ji aliyekî ve HPG'ê biryara 'Şerê gel ê şoreşgerî' xist meriyetê û di serî de li Şemzînan, Elkê, Çelê û li gelek deveran serweriya HPG'ê berfireh bû, li aliyê din girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê, roja 12'ê Îlona 2012'an ji bo afirandina şert û mercên erênî ji bo tenduristî, ewlekarî û azadiya Ocalan, mafê parastina bi zimanê dayikê û perwerdeya bi zimanê dayikê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin. Greva birçîbûnê roj bi roj mezin bû û di 5'ê Mijdarê de veguherî greva birçîbûnê ya girseyî. Bi de h hezaran girtî ketin greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger. Gel jî bi çalakiyên xwe re bersiv da greva birçîbûnê.

Di roja 67. a çalakiya greva birçîbûnê de, di 17'ê Mijdarê de birayê Ocalan Mehmet Ocalan çû Girava Îmraliyê. Mehmet Ocalan piştî hevdîtinê daxuyaniyek da û mesaja Ocalan parve kir: "Kekê min Ocalan xwest, banga wî ya li ser greva birçîbûnê bi lez û bez bi raya giştî re parve bikim. Banga kekê min bi vî rengî ye; 'Yên ketine greva birçîbûnê, kar û berpirsyariya yên li derve girtine ser milê xwe. Bila yên li derve wezîfe û berpirsyariya xwe nedin ser pişta girtiyên ji xwe di nava şert û mercên nebaş de tên ragirtin, nexweş in û di nava çar dîwaran de ne. Tevî ku ez greva birçîbûnê weke rêbaz rast nabînim jî, eger wê bê kirin, divê ev yek ne ji aliyê yên girtî ve, ji aliyê yên li derve ve bê kirin. Çalakiya greva birçîbûnê gelekî watedar e. Ev çalakî gihaştiya armanca xwe. Bêyî bikeve nava ti teredûtê, bila derhal dawî li greva birçîbûnê bînin. Ez ji vê derê, silavên xwe yek bi yek li hemû kesên beşdarî greva birçîbûnê bûne, bi taybetî jî li komên destpêkê û duyemîn dikim.' Girtiyên di greva birçîbûnê de jî gotin, 'Gotinên Rêberê me ji bo me esas in' û piştî rojekê daxuyaniyek dan û dawî li greva birçîbûnê anîn.

CAREKE DIN AKP Û DEWLETA TIRK A CIH LÊ TENG BÛ, LI DERIYÊ OCALAN DAN

Li ser bandora greva birçîbûnê ya mezin û pêngava şerê gel ê şoreşgerî yê HPG'ê, di dawiya sala 2012'an de heyeta MÎT'ê çû Girava Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kir. Berê Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk weke parlamenter çûbû giravê û bi Ocalan re hevdîtin kiribû. Lê belê serdana destpêkê ya fermî ya heyetê di 3'ê Çileya 2013'an de pêk hat. Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk û Parlamentera DBP'ê ya Êlihê  Ayla Akat Ata çûn Girava Îmraliyê û hevdîtin kirin. Ev yek di heman demê de di pêvajoya Îmraliyê ya 14 salan de rewşeke nû bû. Ji bo vê hevdîtinê jî AKP'ê rabû got, 'Ji bo çekdanîna PKK'ê hevdîtin tê kirin' û hewl da atmosfereke xapandinê di nava civakê de biafirîne. Hevserokê KCD'ê ahmet Turk di daxuyaniya 4'ê Çileyê ya li Amedê de ji bo hevdîtinê got, "Ku em ji destpêkê ve dibêjin; ji bo ev pêvajo veguhere aştiyê kî çi bike bi rastî jî em ê pê kêfxweş bin. Birînek xwîn jê tê heye. Divê ev birîn neyê kûrkirin, bê merhemkirin."

Di pêvajoyeke bi vî rengî de li Buroya Enformasyona Kurdistanê a li paytexta Fransa Parîsê 3 jinên Kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di encama sûîqesteke ji aliyê MÎT'ê ve hat organîzekirin de hatin qetilkirin. Ocalan ev yek weke 'darbeyek li dijî pêvajoyê' pênase kir.

JI OCALAN MANÎFESTOYA JI BO AŞTÎ Û ÇARESERIYÊ

Di nava vê demê de heyetên DBP'ê car carna çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin. Di 21'ê Adarê de, Ocalan bi rêya heyeta DBP'ê manîfestoyek pêşkêş kir û vê manîfestoyê mora xwe li xwepêşandana Newrozê ya lê hat xwendin, xist. Piştî vê daxuyaniya dîrokî ya di nava gelan de rê li ber hêviyeke mezin vekir, Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan mesajek bi dîmen şand ji pîrozbahiya Newrozê ya li bajarê Elmanya Bonnê û got, "Ji 21'ê Adarê û pê ve weke tevger, weke KCK, PKK û HPG em bi awayekî vekirî û zelal agirbestê îlan dikin" û agirbest di 23'ê Adara 2013'an de hat eşkerekirin. Bi hevdîtinên hatin dewamkirin re bangên Ocalan bêhtir şênber bûn. KCK'ê jî di 8'ê Gulanê de biryareke dîrokî stend û pêvajoya vekişînê da destpêkirin. Lê li hemberî van gavên ji aliYê Ocalan û KCK'ê ve hatin avêtin, aliyê AKP û dewleta Tirk ti gav neavêt. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji ber vê yekê di 9'ê Îlonê de vekişîn sekinand û biryara dewamkirina agirbestê bi raya giştî re parve kir.

OCALAN RAGIHAND KU JI BER ASTENGIYAN PÊVAJO DI ERAFÊ DE YE

Di salên 2013-2014'an de heyetên DBP'yî û HDP'yî çûn Îmraliyê. Siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle ê piştî derketina ji girtîgehê bû Hevserokê KCD'ê û ji tevgera jinan Ceylan Bagriyanik tevlî heyetê bûn. Bi vî rengî heyeta Îmraliyê bû 5 kes. Vê heyetê heta 5'ê Nîsana 2015'an hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinan de Ocalan ji rêveberiya KCK'ê re name nivîsand û bi rêya heyetê gihand. Lê belê ji bo rêveçûna pêvajoyê daxwaza Ocalan a ji bo hatina heyetên cuda û rojnamevanan, ji aliyê AKP'ê ve bêbersiv hat hiştin. Di hevdîtina Çileya 2014'an de Ocalan pêvajo bi vî rengî nirxand: "Asta ku ev pêvajoya me ji bo bidestxistina encameke dîrokî dane destpêkirin gihaştiye, dikarim bi vî rengî pênase bikim: Eger şer dojeh be, aştî jî bihuşt e. Me lingekî xwe ji nava dojehê derxist, ji bo lingê xwe yê din jî jê derxînin, astengî hene, lewma em li erafê ne. Hewl tê dayîn pêvajoya aştiyê bi formata li gorî armanca xwe bê meşandin. Vîna me ya aştiyê, tevî hemû astengiyan jî di biryardariya roja destpêkê de ye. Lê belê divê ev yek were zanîn, mayîna li erafê bêdawî nîne. Ji bo em welatê xwe û herêma xwe ji nava van mercên dojehê derxînin divê her kes bi hesasiyeteke mezin vîneke xurt nîşan bidin. Her kesên di nav û li derveyî pêvajoyê de ne, girîng e van her du xusûsan zanibin: Yên ku dixwazin welêt bi agirê darbeyekê ji nû ve veguherînin qada şewatê, divê zanibin ku em ê benzînê li vî agirî nekin."

Sibe: Pêvajoya ku Ocalan ji hevdîtinên Îmraliyê gihand Dolmabahçeyê (3)