Li Fransayê konferansa 'Li Tirkiyeyê rewşa siyasî ya heyî û berxwedana Kurdan'
Li bajarê Fransayê Metzê bi mijara 'Li Tirkiyeyê rewşa siyasî ya heyî û berxwedana Kurdan' konfeansek hat lidarxistin.
Li bajarê Fransayê Metzê bi mijara 'Li Tirkiyeyê rewşa siyasî ya heyî û berxwedana Kurdan' konfeansek hat lidarxistin.
Li bajarê Fransayê Metzê bi mijara 'Li Tirkiyeyê rewşa siyasî ya heyî û berxwedana Kurdan' konferansek hat lidarxistin. Di konfearnsê de Parlamentera HDP'ê Bûrcû Çelîk Ozkan, Alîkarê Hevserokên DBP'ê yê ji Dîplomasiyê Berpirsyar Mûharrem Erbey û Nûnera Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî Nûrsel Kiliç, amade bûn.
Konferansa ji aliyê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Metzê Domînîqûe Gros û Meclîsa Şaredariyê ve hat organîzekirin, li Salle Capîtûlaîre du Cloître pêk hat. Nûnerên gelek partiyên siyasî, sendîna û rêveberiyên herêmî yên Fransayê tevlî konferansê bûn.
Li dû axaftina vekirinê, Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Bûrcû Çelîk Ozkan û Alîkarê Hevserokên DBP'ê Mûharrem Erbey axivîn û bal kişandin ser komkujiyê dewleta Tirk li Kurdistanê piştî ragihandina xwerêveberiyê kir.
Nûrsel Kiliç jî li ser sîstema konfederalîzma demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî da. Kiliç anî ziman ku Kurd xwedî projeyeke demokrasiyê ne û di serî de li Rojava, li her deverê hewl didin vê bixin meriyetê, lewma divê ji aliyê Ewropiyan ve were fêmkirin.
Konferansa li bajarê Metzê dûre bi pirs û bersivan bi dawî bû.