Tîrol li dijî Komploya Navneteweyî meşiya
Kurdên li eyaleta Tîrol a Awûstûryayê dijîn, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşa du rojan organîze kirin.
Kurdên li eyaleta Tîrol a Awûstûryayê dijîn, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşa du rojan organîze kirin.
Girseya ku bi daxwaza azadiya Ocalan û şermezarkirina Komploya Navneteweyî ji bajarê Telfes ê Tîrolê dest bi meşê kirin, dikin hedef ku di saetên şevê de xwe bigihînin Zîrlê.
Girseya plan dike îşev li Zîrlê navberê bidê û sibehê jî heta navenda Innsbrûck bimeşe.
Di dawiya meşê de wê li Innsbrûck mîtîngek mezin bê lidarxistin.