Li Fransayê sed hezaran daketin kolanan
Li Fransayê li hember pêşnûme qanûna têkîldarî qanûna kar a hikûmeta sosyalîst, ji bilî greva giştî bi sed hezaran kes daketin kolanan.
Li Fransayê li hember pêşnûme qanûna têkîldarî qanûna kar a hikûmeta sosyalîst, ji bilî greva giştî bi sed hezaran kes daketin kolanan.
Li Fransayê li hember pêşnûme qanûna têkîldarî qanûna kar a hikûmeta sosyalîst, ji bilî greva giştî bi sed hezaran kes daketin kolanan.
Meşa herî mezin li payetext Parîsê hat lidarxistin. Organîzatoran dan xuyakirin ku 100 hezar çalakvan daketin kolanên Parîsê. Li gor midûriyeta emniyetê jî di navbera 27 hezar û 29 hezar kesî meşiyaye.
Li giştî welat, li gor sendikayan jî di navbera 400 hezar û 500 hezar çalakvan tevlî çalakiyan bûne. Têkoşîna Karkeran got bi derketina 400 hezar xwendekarên lîse û zanîngehan ve çalakiyek serketî pêk anîne.
Sendîkaya herî mezin a xwendekarên zanîngehan jî behsa tevlîbûna 500 hezaran kesî kir.
Têkoşîna Karkeran bang li hikûmetê kir ku ji van çalakiyan dersê derxe û pêşnûma qanûnê vekişîne.
Sendîkaya xwendekarên zanîngehê rojek çalakiya neteweyî ya nû îlan kirin jî. ÛNEF, 17’ê Adarê ku ji bo projeya reforma di hiqûqa kar de banga çalakiyê li tevahî zanîngehan kir.
Sendîkayên CGT, FO û Solîdaîres jî da xuyakirin ku 31’ê Adarê wê ji nû ve dest bi grevek giştî bikin û dakevin kolanan.
Tê payîn ku Wezîrê Xebatê Myrîam El Khomrî 24’ê Adarê pêşnûme qanûnê pêşkêşî Desteya Wezîran bike.
Bi çalakiyan ve wesayîtên veguhestina komelî jî dest bi greva giştî kirin. SNCF, TGV, metro, otobus û tramvay jî ji grevê bi giranî bandor bûn. Ji ber grevê trafîq felç bû. Li gelek lîseyan jî perwerde ji aliyê xwendekaran hat rawestandin.
Di pêşnûme qanûnê de bi taybet zêdetirî 35 saetan xebatên zêde tê xwestin. Ev jî ji bo şîrketan qadên manevraya mezin vedike. Her wiha bi hincetên aborî ji kar derxistin jî hêsantir dibin. Sendîkayan ji ber proje tawîzan dide patronan nerazîbûn nîşan dan, dixwazin pêşnûme qanûn bê vekişandin.
10 SAL BERÊ BIBÛ SEDEMA QIRÎZÊ
Beriya 10 salan, sala 2006’an jî rêxistinên ciwanan û sendîka bi hikûmetê re rû bi rû hatibûn. Pêşnûmeya hikûmeta demê, domahiya 3 mehan bibû sedema qirîzek civakî û siyasî. Çalakiya sendikayan piştî tevlîbûna xwendekaran jî qanûn dabûn vekişandin. Piştî deh salan dîsa tevlîbûna xwendekaran, şîroveyên wek vekişandina qanûnê nêz e jî ava kirin.