Li zanîngehên Îtalyayê waneyên konfederalîzm û jineolojiyê
Li gelek zanîngehên Îtalyayê waneyên konfederalîzma demokratîk, ekolojî û jineolojiyê tê dayîn. Bi sedan xwendekar û profesor beşdarî van waneyan dibin.
Li gelek zanîngehên Îtalyayê waneyên konfederalîzma demokratîk, ekolojî û jineolojiyê tê dayîn. Bi sedan xwendekar û profesor beşdarî van waneyan dibin.
Li gelek zanîngehên Îtalyayê waneyên konfederalîzma demokratîk, ekolojî û jineolojiyê tê dayîn. Bi sedan xwendekar û profesor beşdarî van waneyan dibin.
Waneya destpêkê li zanîngeha Napolî, Roma Sapîenza û Roma Treyê hat dayîn. Bi taybet fakulteyên felsefê û zanîstî, li ser waneyên nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ders bibînin.
Dîlar Dîrîk a ku li Zanîngeha Cambrîdge ya ku li ser van waneyan doxtora xwe girtiye û ji Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamayayê Ercan Ayboga beşdar dibe û semîneran dide. Heta vê gavê li 3 zanîngehan 650 kes beşdarî van waneyan bûne.
Li Napolî Agora di 7’ê Adarê de semînerek bi mijara Jineolojî û Ekolojî hat dayîn. Ev ders ji aliyê Dîlar Dîrîk û Ercan Ayboga ve hat dayîn. Di heman rojê de li zanîngaha herî kevin Roma Sapîenza waneya konfederalîzma demokratîk ji aliyê profesorekî Îtalyan ve hat dayîn.
Di roja 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê li zanîngaha Roma Tre waneyên bi mijara tevgera jinan û Netewa demokratîk hat dayîn. 9’ê Adarê li Cenova û 10’ê Adarê jî li Zanîngaha Pîsa û 10’ê Adarê li ser waneyên Ekolojî û Jineolojiyê wê semîner bê dayîn.
Li zanîngehan bi awayekî fermî ev wane tên dayîn, di aliyê Îtalyan û Kurdan ve weke îfadeya yekem e. Bûroya Enformasyona Kurdistan (ÛÎKÎ), Rete Kurdistan, Profesor û Kolektîfên xwendkaran pêşengtiya van dersan dikin.
JI TÎMA LA PAZ PANKARTA PIŞGIRIYÊ
Li aliyê din tîma futbolê ya bi navê La Paz (Aştî) ya ku antîfaşîst e, di lîga amator a li bajarê Parma ya Îtalayayê dilîze, di lîstika xwe ya di 5’ê Adarê ya roja Şemiyê de bal kişand ser şerê li Kurdistanê û got, zarok neyên qetilkirin.
Tîma La Paz di heman demê de ji bo piştgirîdayîna lîstikvanê Amedsporê Deniz Nakî û gelê Sûrê di dikê de pankart vekirin.
La Paz ji beriya niha beşdarî gelek aktivîteyên Kurdan bibû, diyar kirin ku ji niha û şûn de jî wê piştgirya bi Kurdan re berdewam bikin.
Tîma La Paz ev 6 salin di lîga amator de dilîze, ji gelek gelan lîstikavanan li nav xwe de digire.