'Akademîsyenên ji bo Aştiyê' wê li Kurdistanê nobedê bigirin
Ji 'Akademîsyenên ji bo Aştiyê' yên bûne hedefa AKP û Qesrê, koma Stenbolê têkildarî lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li hemberî wan vekirî de, civîneke çapemeniyê pêk anîn.
Ji 'Akademîsyenên ji bo Aştiyê' yên bûne hedefa AKP û Qesrê, koma Stenbolê têkildarî lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li hemberî wan vekirî de, civîneke çapemeniyê pêk anîn.
Ji 'Akademîsyenên ji bo Aştiyê' yên bûne hedefa AKP û Qesrê, koma Stenbolê têkildarî lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li hemberî wan vekirî de, civîneke çapemeniyê pêk anîn.
Di civîna li avahiya Egîtîm-Sen Şaxê Stenbolê ya Hejmara 6. de, Hîndekara Zanîngeha Bogazîçî Prof. Dr. Esra Mûngan, Hîndekarê Beşa Xizmetên Civakî ya Zanîngeha Nîşantaşi Alk. Doç. Dr. Mûzaffer Kaya, Hîndekarê Zanîngeha Mîmar Sînan Doç. Dr. Kivanç Ersoy û Hîndekara Zanîngeya Yenî Yuzyil Alk. Doç. Dr. Meral Camci axivîn.
MÛNGAN: XWESTIN HEBÛNA ME TINE BIKIN
Prof. Dr. Mûngan bibîr xist, ku piştî danezana 'Em ê hebin hevparê vî sûcî' ku di 11'ê Çileya 2016'an de hat weşandin, gelek sûcdarî û êrîş li wan hatin kirin û da zanîn, ku ev êrîş bi qasî ku gefê li jiyana wan bixwe, giran bûne. Mûngan da xuyakirin, ku armanca êrîşan bêdengkirina akademîsyenan e û got, "Ji bo bikin ku em nikaribin gotinên xwe jî bilêv bikin, di nava saziyên hîndekariya bilind de hewl dan hebûna me tine bikin."
'EM BI BIRYAR IN'
Mûngan diyar kir, tevî hemû zextan jî akademîsyenan dest ji piştgiriyê bernedane û hejmara akademîsyenan a di 11'ê Çileyê de 1.128 bû, piştî hefteyekê gihaştiye 2.212 kesan. Mûngan got, "Bi taybetî di van rojên ku Dozgeriya Stenbolê ji bo zexta li ser me zêde bike ketiye nava tevgerê de, weke kesên îmzeya xwe danîne binê danezanê, em bi biryardarî li dora daxwaza aştiyê disekinin. Ev sekna akademîsyenan cihê kêfxweşiyê ye."
KAYA: BI SEDAN LÊPIRSÎN HATIN VEKIRIN
Alk. Doç. Dr. Kaya jî da xuyakirin ku piştî 11'ê Çileyê bi fermana YOK'ê re û bi serîtewandina rêveberiyên gelek zanîngehan re lêpirsînên disîplînê yên ji aliyê hiqûqî ve bingeha xwe nîne li hemberî akademîsyenan hatin vekirin. Kaya anî ziman, ji 11'ê Çileyê û vir ve 9 akademîsyen ji kar hatine derxistin, 5 hatine îstifakirin, 464 ketine ber lêpirsînê, 27 ji zanîngehê hatine dûrxistin, 153 ketine ber lêpirsîna ceza û 33 jî hatine binçavkirin.
Kaya ragihand, ku di çarçoveya lêpirsîna li hemberî akademîsyenan de li Emniyeta Stenbolê 14 piprsên weke "Li gorî we PKK rêxistina terorê ye?", "We li ser banga Besê Hozat îmze avêtin binê danezanê?", "Hûn poşman in an li dû danezanê ne", li akademîsyenan hatine kirin.
ERSOY: CESARETÊ DIDIN LEŞKERAN!
Doç. Dr. Ersoy jî nerazîbûn nîşanî pêşnûme qanûna Wezareta Parastinê ya ku leşkeran bêceza dihêle da û destnîşan kir, ku bi zirxê destlênedanê re cesareteke mezin a li derveyî hiqûqê ji leşkeran re tê dayîn.
CAMCI: PAŞ DE GAV AVÊTIN NÎNE
Alk. Doç. Dr. Camci jî anî ziman, ku ew nizanin ji ber kîjan sûcî tên darizandin û got, "Tevî ku Dozgeriya Stenbolê nizane me bi kîjan sûcî sûcdar bike, ji bo lêpirsînên edlî ketiye nava tevgerê. Weke Akademîsyenên ji bo Aştiyê, tevî van êrîşên li hemberî jiyana me û pîşeyê me, em ê paş de gavê navêjin."
NOBEDA AKADEMÎK
Camci da xuyakirin, ku ew ê dozên ji bo piştgiriyê hatine vekirin bişopînin û got, "Di hefteya pêş de em ê li Sûrê û herêmên din ên hatine hilweşandin, Nobeda Akademîk bigirin." Camci destnîşan kir, ku ew ê têkoşîna hiqûqî û daxwaza aştiyê bidomînin.