Li Sûriyeyê zêdeyî 250 hezar zarok dorpêçkirî ne!

Save the Chîldren a li 110 welatan aktîf e, roja Çarşemê raporek weşand û diyar kir, li Sûriyeyê herî kêm 250 hezar zarok di nava dorpêçiyeke mîna girtîgeha servekirî ye dijîn.

Rêxistina civaka sivîl "Save the Chîldren" a li çar aliyên cîhanê mafên zarokan diparêze, bi daxuyaniyekê ragihand, ku li Sûriyeyê zêdeyî 205 hezar zarok li qadên hatine dorpêçkirin asê mane. Hat gotin, beşek ji van zarokan bi xwarina êmê heywanan û pelên daran, hewl didin bijîn.

Save the Chîldren a li 110 welatan aktîf e, roja Çarşemê raporek weşand û diyar kir, li Sûriyeyê herî kêm 250 hezar zarok di nava dorpêçiyeke mîna girtîgeha servekirî ye dijîn.

Rêxistinê da zanîn, têkiliya van zarokan bi cîhana derve re qut bûye û nerazîbûn nîşanî aliyên şer dikin da, ku dorpêçiyê weke çekek şer bi kar tînin.

ZAROK KA Û ÊMÊ HEYWANAN DIXWIN

Di raporê de bal hat kişandin ser vegotinên şahidan. Doktor Nîzar da xuyakirin, ku li herêmeke li rojhilatê Şamê ya di bin kontrola komên çekdar de ye, zarok ji ber nexweşiyên dikarin bên rehetkirin jiyana xwe ji dest didin û got, "Hin jê ji ber bi têr xwarinê naxwin, hin jî ji ber kêmaniya dermanan mirin. Li vê derê, ji ber ku derzî li zarokan nehatin xistin, gelek jê ji ber hariyê jiyana xwe ji dest dane."

Hat ragihand,n ku li herêmê pîrikî qet nîne, lewma zarok li malan ji dayik dibin û ji ber kûvoz ji pitikên nû çêdibin re nîne, gelek zarok bi vî rengî mirine.

Li gorî raporê, hin ji zarokan ji bo xwe xwedî bikin, ka û êmê heywanan ji neçarî dixwin. Bavê malbateke li Dêra Zor got, "Dema xwarin tinebû, me ka dixwar. Min derew li zarokên xwe kir û ji wan re got ku ka dikare bê xwarin. Lê kesî bawer nedikir. Ka nedihat xwarin."

Li gorî Komîseriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, li Sûriyeyê zêdeyî 450 hezar kes niha li herêmên dorpêçkirî tên ragirtin.

Berdevkê Bernameya Xurekê ya Cîhanê roja Sêşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji nava meha sibatê heta niha ji 150 hezar kesên li herêmên dorpêçkirî re alîkarî hatiye şandin.