NAV-DEM'ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û komkujiyên li Bakurê Kurdistanê tê kirin û got, "Tevî vê wehşetê jî li qada navneteweyî û eniya Tirkiyeyê nerazîbûneke biçûk jî nayê nîşandan; ji bilî dijderketina çend rewşenbîr, demokrat û şoreşgeran, ti nerazîbûn nayê hnîşandan."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, welatên Ewropayê bi bêdengiya xwe ya li pêşberî komkujiyên wehşî yên dewleta Tirk li gelê Kurd dike re, van komkujiyan erê dikin û hat gotin, "Ev bêdengî di heman demê de dibe sedem ku dewleta Tirk hîn bêhtir bi awayekî bêperwa komkujiyan bike. Bi krîza penaberiyê re Elmanya helwesteke ku destekê dide polîtîkayên kirêt ên Tirkiyeyê nîşan dide.
Li hemberî van hemû zext û polîtîkayên komkujiyê, berxwedanên dîrokî yên xwerêveberiyan bûne tirsa dilê dewletê. Mîna ku Hevserokê Meclîsa Cizîrê Mehmet Tûnç got, weke roja destpêkê me bi soza me dane Xeyriyan û Kemalan re dilsoz in. Em li ber dewletê nehatin ser çokan. Ji bo xwedîderkertina li vê berxwedana dîrokî û şikandina bêdengiya dewletên Ewropayê, bi tevlîbûna mirovên bi rûmet re em çalakiyên xwe xurtir bikin."
BANGA JI BO ÇALAKIYÊN LI STRASBOÛRG Û ÇAR BAJARÊN ELMANYAYÊ
NAV-DEM'ê ji bo çalakiyên li Strasboûrg û çar bajarên Elmanyayê banga tevlîbûnê kir û got, "Wek NAV-DEM'ê em bang li tevahiya navendên xwe yên civaka demokratîk ên li başûrê Elmanyayê û dostên xwe dikin, ku 12'ê Adarê roja Şemiyê beşdarî meş û mîtînga li Strasboûrgê bibin.
Ji bo xwedîderketina li berxwedanên bi heybet, ji bo şermezarkirina komkujiyên dewleta AKP dike û protestokirina helwesta Ewropayê, em bang li gelê xwe dikin ku bi xurtî tevlî meş û mîtîngên li van bajaran werin lidarxistin bibin.
BERLÎN - Meş û Mîtîng
Alexanderplatz
13.00
BREMEN, Mîtîng
Pêşiya HBF
13.00
OLDENBÛRG, Mîtîng
Pêşiya HBF
14.00
KASSEL, Çalakiya kon
Konîgsplatz
13.00-18.00