Parlamenterên PE li Strasboûrgê Konê Berxwedanê ziyaret kirin

Çalakiya li ber DMME û Konseya Ewropayê dewam dike. Parlamenterên Parlamentoya Ewropayê Konê Berxwedanê ziyaret kirin.

Çalakiya di pêşengiya Tevgera Jinên Kurd (TJK-E) û Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewropa (KCD-E) de li ber Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) û Konseya Ewropa (KE) destpê kir, bi coş dewam dike. Wekîlên Parlamentoya Ewropayê yên li Kurdistanê lêkolîn kirin, çalakvan ziyaret kirin.

Endamên heyeta PE ku meha Sibatê li Sûra Amedê qetlîam di cih de lêkolîn kirin, îro piştî nîvro Konê Berxwedanê ziyaret kirin.

Parlamenterên PE dema ziyaretê de ku Parlamenterê HDP’ê Alî Atalan û Nûnerê KE ê HDP’ê Fayîk Yagizay jî amade bûn, têkîldarî lêkolînên xwe yên Kurdistanê agahî parve kirin.

‘NE TENÊ LI HEMBER DAIŞ’Ê, LI HEMBER DÎKTATORTIYA ERDOGAN JÎ TÊKOŞÎN HEYE’

Li ser navê heyetê, endamê Keskan ê PE û Koma Çep Parlamenterê Spanyol Javier Coûso Permûy wiha got: “Kurd ne tenê li hember DAIŞ’ê, di heman demê de li hember dîktatortiya Erdogan jî têdikoşin. Em berxwedana we silav dikin.”

Parlamenterê Spanyol got çûne Kurdistanê û wehşeta Erdogan bi çavên xwe dîtine. Parlamenterê PE wiha axivî: “Em ê we tenê nehêlin. Em dixwazin hûn bi vê bawer bin. Bijî berxwedana Kurdistanê, Bijî Serok Apo.”

‘DEWLETA TIRK DIXWAZE HER TIŞTÎ BI ÇEKAN ÇARESER BIKE’

Endamekî din ê heyetê jî ji Koma Keskan a Serbixwe ya PE Parlamenterê Katalan Josep Marîa Terrîcabras jî wiha got: “Ez çûm Sûrê. Min dorpêça dewletê û mirovên ji malên xwe bi zorê hatin koçkirin dîtin. Mirov mehkûmî birçîbûnê kirine.”

Parlamenter wiha dewam kir: “Me bi walî re hevdîtin pêk anî; nikarîbû pêkanîn ji me re vebêje. Hewl didin her tiştî bi çekan çareser bikin. Ti çareseriyek din di serê wan de tineye.”

‘EM NIKARIN HEVPEYMANÊN BI ERDOGAN RE QEBÛL BIKIN’

Terrîcabras hewldanan lihevkirina welatên Ewropa ya bi dewleta Tirk re rexne kir, wiha got: “Tirkiye bi vî halî nikare bibe endamê YE. Bi pêkhateyek wisa mafên mirovan tine dike re hevpeyman çênabin. Em hevpeymana bi Erdogan re nikarin qebûl bikin.”