Ji bo şermezarkirina qetlîamên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê û xwedîderketina berxwedana gelê Kurd, wê li paytexta Berlîn a Elmanyayê meşek bê lidarxistin. Wê gelek organîzasyon pişgiriya meşê bikin.
HDP, NAV-DEM û Partiya Çep a Elmanya ( Dîe Lînke) jî di nav de gelek rêxistin, banga beşdariya meşa li Berlînê kirin.
Meşa 12’ê Adarê li navnîşana “Alexanderplatz” wê saet 13:00’an destpê bike.
Di banga beşdarbûna meşê de li ser zextên Tirkiye yên li hember Kurdan û hemû mûxalifan hat rawestandin, li hember bêdengbûna saziyên rojavajî bertek hatin nişandan.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Rojava bêdeng e... ji nedîtî ve tê. Biryarên navneteweyî binpê dike, Erdogan û çeteyên xwe sûcên şer dikin, dewleta TC a mêtînger a xwe li Şoreşa Rojava ranagire, Kanton Efrînê bomberdûman dike, li beramberî vê Ewropa bêdeng e.”
Di daxuyaniyê de ev bang hat kirin: “ Banga me ji bo hemû saziyên demokrat, rêkxiraw û kesên serbixwe ne. Werin em bi hev re bêdengbûna Ewropa vala derxin, beşdarî meşa 12’ê Adarê ya li Berlînê bibin li gel gelê Kurd bibin dengê hewarê.”
Organîzasyonên ku pişgiriyê didin çalakiyê: Rêkxistinên KDG/HDP Berlînê, Navenda Civaka Kurdan a Elmanya (NAV-DEM), PYD, IL,Dîe Lînke Kreûzber, Dest-Dan, CÎK, SYKP,FÎDEF, ADHK, Însyatîfa Dêrsimê, MLPD, Solî Kobanê,RKJ,DKP,Komeleya Daristanan, ARAB,NAO,AGÎF, ATÎK û Kurdistan Solî Komîtee.