Olîvîer Clochard: Erdogan di qirîza koçberan de bi Qeddafî re heman lîstokê dilîze

Lêkolînvanê Fransî Olîvîer Clochard ê ji rojnameya “Lîbertê” ya bi zimanê Fransî li Cezayîrê weşan dike re axivî, diyar kir ku Erdogan di qirîza koçberan de bi Qeddafî re heman lîstokê dilîze.

Lêkolînvanê Fransî Olîvîer Clochard ê ji rojnameya “Lîbertê” ya bi zimanê Fransî li Cezayîrê weşan dike re axivî, diyar kir ku Erdogan di qirîza koçberan de bi Qeddafî re heman lîstokê dilîze. Clochard, li hember nêzîkatiya dewleta Tirk a ku Kurdan li pêşberî xwe weke “Terorîst” dibîne, bertekên tund nîşan da.

Olîvîver Clohard yê ku li zanîngeha Poîtîers lêkolînvan û di heman demê de ji lêkolînên Navenda Lêkolînê yên zanîstî ya Neteweyî berpirsyare, bazirganiya koçberan a di navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê nirxand.

Clochard destnişan kir ku li Tirkiyeyê hejmara koçberên Sûriyeyî ji welatên Yekîtiya Ewopa û 28 welatên din hê zêdetir e, û wiha got: “Di encamê de Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan, lîstoka Mûammer Qeddafî ya beriya 2011’an a bi Yekîtiya Ewropayê re lîstî, dilîze. Ji bo beşek ji koçberan di nava xwe de bigire pereyan dixwaze.”

 Clocherd bal kişand ku beşek ji vî pereyî naçe ji bo kesên ku ji Afganîstan, Iraq û Sûriyeyê tên û wiha axivî:

“Gelek ji rêveberên hikûmeta Tirkiyeyê nelirêtiyê dikin. Li aliyê din di cîhana Tirkiyeyê de li gorî gelek pisporan jî nêzîkatiya hikûmeta heyî ya li hember gelê Kurd ê weke terorîst dane nîşankirin jî heye.”

Clochard bal kişand ku li gorî gelek dewletên Rojava yek ji hêza herî bi bandor Kurd in û li dijî DAÎŞ’ê şer dikin e, wiha anî ziman:

“Li gorî heman pisporan, hikûmet (Ji ber hevkariya El Nûsra û DAÎŞ’ê) weke sucê terorê jî dinirxînin. Eger Yekîtiya Ewropa hê zêdetir ji Tirkiyeyê bixwaze ku pêşî li koçberên ber bi Ewropayê bigire, divê ji xwe re van hemû pirsan bipirse.”