Fezlekeyên li hemberî HDP'yiyan li Meclîsê ne
Fezlekeyên li hemberî Demîrtaş, Yuksekdag, Irmak, Onder û Kurkçu hatin amadekirin, ji Serokatiya Meclîsê re hatin şandin.
Fezlekeyên li hemberî Demîrtaş, Yuksekdag, Irmak, Onder û Kurkçu hatin amadekirin, ji Serokatiya Meclîsê re hatin şandin.
Fezlekeyên ji bo rakirina mafê destlênedayînê yên Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, parlamenter Selma Irmak, Sirri Sureyya Onder û Ertûgrûl Kurkçu hatin amadekirin, ji Serokatiya Meclîsê re hatin şandin.
Piştî bêhnvedana li dû nirxandina budçeyê, tê payîn ku 'gefa destlênedanê' bikeve rojevê.
Hejmara fezlekeyên li hemberî wekîlên HDP'yî, bi hewldana dawî ya AKP'ê re gihîşt 283'an.