Partiya Çep: Hevpeyman Swêdê dike şirîkê sûcê Tirkiyeyê

Rêberê Partiya Çep a Swêdê Jonas Sjostedt ji rojnameya Sevenska Dagbladet a Swêdê re nirxandin kirin, li hember hevpeymana di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropa bertekên tund nîşan da.

Sjostedt got pêşniyarên Tirkiye mafê îltîcayê ji holê radike û êrîşên Erdogan ên li ser azadiya çapemeniyê û Kurdan rewa dike, ev anî ziman: “Ev jî Swêdê dike şirîkê sûc.”

Sjostedt ev heypamana di navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê, wek “pir xerab” nirxand, got: “Tirkiye welatekî ku îltîcayan vedigerîne Sûriyeyê ye û mafê îltîcayê nade penbarên ne Ewropayî. Niha jî wê nobedariya sînorê Yekîtiya Ewropa bike. Ev jî mafê îltîcayê ji holê radike.”

Sjostedt diyar kir ku Yekîtiya Ewropa diyariyê dide Tirkiyeyê ku azadiya çapemeniyê ji holê rakiriye û şîdetê li ser Kurdan bikar tîne, wiha dewam kir: “Pir eşekere ye ku rejîma her diçe li Tirkiyeyê hê otorîtertir dibe, difikire ku wê karibe her tiştê dixwaze pêk bîne.”

Sjostedt da xuyakirin ku Yekîtiya Ewropa xwe bi Tirkiyeyê ve girêdaye, wiha dom kir: “Enqere gelekî kêfxweş e. Erdogan difikire ku rêveberên Yekîtiya Ewropa xistiye nav lepên xwe. Wan di prensîbê de binpêkirina azadiya çapemeniyê û zexta li dijî Kurdan a Erdogan qebûl kirin. Ev jî Swêdê dike şirîkê sûc.”