Li Parîsê çalakiya Edaletê
Kurdistanî û dostên wan ên ku li paytexta Parîs a Fransayê dijîn, bi daxwaza faîlên qetlîama ku di 9’ê Çileya 2013’ê pêk hatî diyar bibe, di nava çalakiyê de bûn.
Kurdistanî û dostên wan ên ku li paytexta Parîs a Fransayê dijîn, bi daxwaza faîlên qetlîama ku di 9’ê Çileya 2013’ê pêk hatî diyar bibe, di nava çalakiyê de bûn.
Bi daxwaza faîlên yek ji damezrênara PKK’ê Sakîne Caniz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de hatin qetilkirin diyar bibe, îro çalakiya “Edalet û ronîkirinê” hat lidarxistin.
Hemwext endamên SKB û Tamîllî li pêşiya avahiya Parlementoya Fransayê pişgirî dan çalakiya edaletê.
Çalakiya ku li pêşiya Bîroya Enformasyona Kurdistanê, bi gul danîn û bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Hevseroka KCD-E’yê Dîlşah Osman di çalakiyê de axivî û wiha anî ziman: “8’ê Adarê di kesayeta Sakîneyan, Fîdanan û Leylayan de li tevahî jinên berxwedêr pîroz dikim. Li vi di ruhê her 3 jinên Kurd ên ku dewleta Tirk qetilkirin de li Rojava bi hezaran Sakîne, Rojbîn, Leyla li ber xwe didin. Jinê ku li Bakurê Kurdistanê li ber xwe didin wê bi ser kevin. Bijî berxwedana xwerêveberiyê, Bijî Serok Apo.”
Çalakvanan dubare daxwaza ronîkirina hêzên tarî ên li pişt qetlîamê ji hikûmeta Fransayê kirin, bi dirûşman dawî li çalakiyê anîn.