Heyeta Rojava li Luksembûrgê ye
Heyeta Rojava, li Luksembûrgê bi Wezîr Schmît re hevdîtin kir.
Heyeta Rojava, li Luksembûrgê bi Wezîr Schmît re hevdîtin kir.
Heyeta Rojava ya ji Wezîrê Karên Derve yê Kantona Cizîrê Dr. Abdulkerîm Omer, Berdevka YPJ'ê Nesrîn Abdullah, Endama Komîteya Têkiliyên Derve ya YPJ'ê Îman El Derwîş, ji aliyê Wezîrê Xebatê yê Luksembûrgê ve hat pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de mijarên; rewşa giştî ya li Sûriye û Rojava, siberoja Sûriyeyê, pêvajoya siyasî, Cenevre-3, projeya kampên ewle yên rêveberiya Rojava ji bo penaberên Sûriyeyî amade kiriye, hatin nirxandin.
'DIVÊ DESTEK JI KURDAN RE WERE DAYÎN'
Schmît da xuyakirin, ku Kurd li ser navê tevahiya mirovahiyê li dijî terorê şer dikin û diyar kir, divê hêz û dewletên navneteweyî destekê bidin vê têkoşînê.
Schmît da zanîn, ku vexwendina Kurdan û hêzên demokratîk li Cenevre-3 tiştekî bê fêmkirin nîne û destnîşan kir, ku sîstema xweser a li Rojava dikare bibe mînak.