Wesayîta bombebarkirî li Başûrê Kurdistanê teqiya: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan

Ekîba Îmhakirina Bombeyan a Asayîşa Silêmaniyê ya herêma Başûrê Kurdistanê, li rêya Kerkûk- Silêmanî dema hewl dan wesayîta bombebarkirî îmha bikin, wesayît teqiya, 2 wezîfedaran jiyana xwe ji dest dan, 2 birîndar in.

Li gor agahiyên hatin bidestxistin, li ser îstîxbarata çalakiya terorê ya li Silêmanî, danê êvarî wesayîtek ji Kerkûkê dihat Silêmaniyê li nuqteya yekemîn a kontrolê ya mabeyna Kerkûk-Silêmanî hate rawestandin.

Wesayîta ku 500 kîlo taqemenî barkirî dema hewla bêbandorkirinê teqiya, di teqînê de li gor agahiyên hatin girtin, ji asayîşa Silêmanî 2 wezîfedaran jiyana xwe ji dest dane, 2 jî birîndar bûne.

Her wiha hat îfadekirin ku hin kesên bi bûyerê re eleqeder hatine girtin.