Derhênera dokûmantera 'Keçên Winda yên Dêrsimê' Nezahat Gundogan diyar kir, ku radestkirina zarokên Sûrê bêyî xwesteka malbatan ji bo wargehan, qirkirina Dêrsimê tîne bîra mirovan û got, "Ev asîmîlasyon e."
Nezahat Gundogan a li ser qirkirina Dêrsimê lêkolîn kir û dokûmanter amade kir, êrîşên li hemberî gelê li herêmên xwerêveberiyê şiband qirkirina Dêrsimê û got, "Zîhniyet dewam dike". Gundogan, radestkirina zarokên dayik û bavên wan hatine girtin ji bo Saziya Sêwiyan a Zarokan, weke pêkanînek zîhniyeta qikirinê pênase kir û got, "Ev şêweyekî asîmîlasyonê ye. Ev bi ti awayî nayê qebûlkirin."
Zexta li sivîlên ji Sûra hat bombekirin bi saxî rizgar bûn, dewam dike. Dayik û bav, ji ber ku li mala xwe man hatin girtin. Vê carê jî hewl tê dayîn zarok ji wan bên qutkirin.
7 zarokên van malbatên ji ber li malên xwe yên li Sûrê man hatin girtin, bi biryara dozgeriyê re radestî Saziya Sêwiyan a Zarokan hatin kirin.
Dayika 4 ji van zarokan ji ber ku hat berdan, zarok ji nû ve radestî dayikê hat kirin. Lê belê 3 zarok dûrî dayika xwe ne. Bêyî erêkirina malbatan, zarok radestî wargehê hatin kirin.
Li gorî mewzûatê ya divê malbat bixwaze, yan jî zarok li nava malbatê zerarê bibîne, hingî zarok radestî wargehê tê kirin. Lê belê rewşa malbatên li Sûrê li derveyî mewzûatê ye. Rewşeke li qanûnan nayê, heye.
'ZÎHNIYETA LI DÊRSIMÊ LI SER KAR E'
Nezahat Gundogan a li ser qirkirina Dêrsimê lêkolîn kir û dokûmanter amade kir, êrîşên li hemberî gelê li herêmên xwerêveberiyê şiband qirkirina Dêrsimê û got, "Zîhniyet heman zîhniyet e. Bi tenê şêwe li gorî serdema îro hatiye guhertin."
Gundogan anî ziman, ku ji Osmanî û vir ve polîtîkaya yektîpkirinê dewam dike û da zanîn, girtina zarokan ji malbatê û radestkirina wan ji bo Saziya Sêwiyan a Zarokan, encama heman zîhniyetê ye.
Nezahat Gundogan got, "Beriya her tiştî li Sûrê komkujiyek hat kirin û zarokan şahidî ji vê re kirin. Zarok hatin kuştin. Dayik û bavên zarokan hatin kuştin, ji malbatên xwe dûr ketin. Beşek ji yên sax mane jî bi zorê ji malên xwe tên derxistin. Beriya her tiştî, cihê vê yekê di wijdanê mirovan de nîne. Cihê xwe di hiqûqê de jî nîne. Bêyî ku malbat qebûl bike, radestkirina zarokekî ji saziya dewletê re, bi ti awayî ne rewa ye. Zîhniyet li Dêrsimê li ser kar e. Qutkirina zarokan ji malbatê, parçeyek ji asîmîlasyonê ye. Bi vî rengî tê xwestin zarok bibin xerîbê xwe û çanda xwe."
Gundogan da xuyakirin, ku ev pêkanîn li dijî çand û rewşa malbatî ya herêmê ye û got, "Dayik û bavê zarokekî nebe jî, xizmên wî hene ku dikarin wê/î xwedî bikin. Îro hînê xizmên ku li windahiyên xwe digerin hene. Ji ber ku têkiliyeke xurt a xizmtiyê heye."
Gundogan anî ziman, wehşeta ku zarokan jiyane û şahidî jê re kirin, wê rê li ber travmayên mezin veke û got, "Ji bo ev xisara hatiye kirin bê sererastkirin an jî rê li ber travmayên mezintir veneke, baştir e zarok li cem xizmên xwe bimînin."
'TRAVMAYA DÊRSIMÊ HÎNÊ DEWAM DIKE'
Gundogan bal kişand ser axaftina xwe ya bi şahidên qirkirina Dêrsimê re, ku îro 80 salî ne û got, "Me dît ku di nava wan mirovan de jî şopên zarokiyê, travmayên hingî hînê zindî ne. Ji bo van zarokan jî heman tişt derbas dibe. Qutkirina zarokan ji malbatên wan wê travayê kûrtir bike."
Gundogan destnîşan kir, ku radestkirina zarokan bêyî daxwaza malbatan ji saziyên dewletê re, bi ti awayî rewa nîne û got, "Pêwîstiya van zarokan bi hezkirin û şefqetê heye. Divê ev zarok xwe ewle bibînin. Wan bi zarokatiya xwe re şîdeta leşker û polîsan dîtin. Niha jî wê dîsa biçin saziyeke fermî ya dewletê û heman travmayê bijîn."
Lêkolîner Nezahat Gundogan xwest, bêyî travmaya zarok dijîn kûrtir bibe, radestî malbatan bên kirin.