Operasyonên qirkirina siyasî: Herî kêm 15 binçavî, 21 girtî

Li Stenbol, Wan, Şirnex, Edene, Semsûr û Sêrtê gelek kes hatin binçavkirin û girtin.

Tevî operasyonên qirkirina fîzîkî, hikûmeta AKP'ê operasyonên xwe yên qirkirina siyasî jî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê didomîne. Di van operasyonan de herî kêm 15 kes hatin binçavkirin, 21 kes jî hatin girtin.

STENBOL

Polîsên Tirk duh bi şev saet di 03:00 de avêtin ser avahiya ji 3 qatan a Komeleya Federasyona Ciwanan a li kolana Piyalepaşa ya Okmeydani. Di serdegirtinê de polîsên tîmên taybet gelek kes binçav kirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê.

WAN

Li navçeya Wan Westanê, polîsên Tirk danê vê sibehê avêtin ser gelek malan û Hevserokên HDP û DBP'ê yên navçeyê jî di nav de 6 kes binçav kirin. Hevserokên HDP'ê yên Navçeyê Bedriye Oner û Nevzat Altûndal, Hevserokê DBP'ê yê Navçeyê Bulent Kamiş, endamên Meclîsa Şaredariyê Serpîl Sozer, Hayrettîn Baydag û xebatkarê şaredariyê Nevzat Nîhal ên bi îdîaya "propaganda rêxistinê" hatin binçavkirin, birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.

Li navçeya Şaxê jî endama Meclîsa Şaredariya DBP'yî Ozlem Tûcî û hevserê wê Cîhan Tûcî ku ji bo îfadeyê bang li wan hat kirin, li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê hatin binçavkirin. Tê payîn îro sewqî Edliyeya Şaxê bên kirin.

ŞIRNEX

Polîs û leşkerên Tirk danê sibehê avêtin ser gelek malên li navçeya Şirnex Elkê û gundên wê. Di serdegirtinan de Selîm Dûrmûş, Ekrem Ataman, Xebat Anî, Hakki Temel û gelek kesên navên wan nehat hînbûn hatin binçavkirin. Nayê zanîn binçavî birine ku derê. Li Cizîrê jî 2 endezyarên tespîta xisarê dikirin, hatin binçavkirin.

EDENE

Li Edeneyê di 5'ê Adarê de wesayîta bi plaqaya 34 FP 6210 bi îdiaya ku "cebilxane heye" 2 jê jin 5 kes hatibûn binçavkirin û li Edene, Mêrsîn û Stenbolê jî di serdegirtinên malan de 6 kesên din jî bi îdiaya ku têkîliya wan bi kesên di wesayîtê de re heye hatibûn binçavkirin. 11 kes duh sewqî dozgeriyê hatin kirin. 11 kes bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 2 kes ji aliyê dadgehê ve bi şertê kontrola edlî hatin berdan û 9 kes jî bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" hatin girtin.

Li aliyê din keyayê taxa Gulbahçe ya Edeneyê Cengîz Arslan jî ji ber ku cezaya wî ya ji aliyê Dadgeha bilind ve hatiye erêkirin hate binçavkirin û piştî ku biryara hatiye dayîn li pêş wî hate xwendin hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê. 

Li taxa Gulbahçe ya navçeya Seyhanê jî Serdar Arslan û Beytullah Savucî di encama gulebarana polîsan a li dijî çalakiya ciwanan de hatibûn binçavkirin. Arslan ê ku li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya TOKÎ'yê ya Edeneyê dihat dermankirin hê dermankirina wî berdewam dikin ji aliyê polîsan ve hate binçavikirin.

Savucî yê ku xetereya jiyanî derbas kir jî li Nexweşxaneya Balcali ya Zanîngeha Çukurovayê di beşa zarokan de tê dermankirin.

SEMSÛR

Roja Înê di serdegirtinên li Gurgum, Semsûr û Amedê de 12 kesên hatibûn binçavkirin û anîbûn Semsûrê roja Duşemê derxistin pêşberî dozgeriyê. Îfadeyên 12 kesan heta saetên dereng ên şevê berdewam kir û Bîlal Şahîn û Hasan Leblebîcî ji aliyê dozgeriyê ve piştî ku îfadeyên wan hatin girtin, hatin berdan. Endamên PM aDBP'ê Kenan Can û Emrullah Kalkan, rêveberên DBP'ê Haci Yorulmaz, Nacî Korkmaz û Şêxo Zeytîn, endamên KJA'yê Vîldan Sol, Ezgî Akdogan û Hasnet Alp û welatiy^ne bi navên Huseyîn Karakuş û Emrah Akboga bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 10 bi heman îdiayê hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Semsûrê.

SÊRT

Li Sêrtê 6 kesên berî du rojan di serdegirtinên malan ên li navenda bajêr û navçeya Dihê hatibûn binçavkirin 5 hatin berdan, keyayê gundê Girhûseyî Resûl Nas hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê.