NY: Danûstandinên li Cenevreyê wê di 14'ê Adarê de destpê bikin
Berdevka Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffan de Mîstûra da xuyakirin, ku danûstandinên li Cenevreyê yên li ser rewşa Sûriyeyê, wê herî dereng di 14'ê Adarê de destpê bikin.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê hat wezîfedarkirin Staffan de Mîstûra di daxuyaniyeke xwe ya beriya niha de gotibû muzakere wê di 9'ê Adarê de destpê bikin Lê belê hem şandeya mûxalefetê, hem jî şandeya rejîma Şamê dan xuyakirin, ku ew dikarin dawiya hefteyê xw bigihînin Cenevreyê.
Berdevka Mîstûda Jessy Chahîne diyar kir, Nûnerê Taybet ê NY û ekîba wî amade ne roja Çarşemê hemû beşdaran pêşwazî bikin û pêş civînan lidar bixin.
Berdevk got, "Nûnerê NY yê Taybet wê herî dereng di 14'ê Adarê de dest bi hevdîtinan bike."
Çavkaniyek nêzî şandeya Şamê da zanîn, ku Neteweyên Yekbûyî ji bo 14'ê Adarê nameyek vexwendinê gihandiye wan. Rejîma Şamê piştrast kir ku ew ê tevlî danûstandinan bibe.
Komîteya Muzakereyê ya Bilind a meha Kanûnê li Riyadê ava bû, hînê piştrast nekir ku wê tevlî bibe yan na. Tê payîn ku komîte heta dawiya hefteyê biryara xwe eşkere bike.
Ev komîte bi komên mîna El Nûsra û DAIŞ ên li dijî mirovahiyê sûc dikin, hevkariyê dike. Tirkiye û Erebîstana Siûdî jî destekdar û fînansorên bingehîn ên Komîteya Muzakereya Bilind in.
Kordînatorê vê pêkhateya ku wek mûxalefetê tê pêşkêşkirin Rîad Hîcab diyar kir, ew li dijî sîstemeke federatîf ji bo Sûriyeyê ne.
Nehat hînbûn ku Kurd ji bo civînê hatine vexwendin an na. Tûra destpêkê ya hevdîtinan di meha Sibatê de destê kiribû û ji ber nelihevkirinê, di demeke kurt de bi dawî bûbû. Piştî tûra destpêkê di bin çavdêriya DYA û Rûsyayê de di 27'ê Sibatê de agirbest hat îlankirin. Tevî ku ev agirbest bi dehan caran hatiye binpêkirin jî dewam dike.