4 komên siyasî yên PE: Em ji ber komkujiyan bi fikar in; em biçin Kurdistanê
4 komên siyasî yên Parlamenta Ewropayê (PE) xwestin biçin Kurdistan û Tirkiyeyê û ji bo alî li maseya muzakereyê vegerin banga hewldanan kirin.
4 komên siyasî yên Parlamenta Ewropayê (PE) xwestin biçin Kurdistan û Tirkiyeyê û ji bo alî li maseya muzakereyê vegerin banga hewldanan kirin.
Bi vê armancê, nivîsek ji Serokê Parlamenta Ewropayê Martîn Schûlz û Alîkara Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê û Nûnera Bilind a ji Têkiliyên Derve Berpirsyar Federîca Mogherînî re hat şandin û ji wan hat xwestin ku di mijara destpêkirina pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd de Yekîtiya Ewropayê û Parlamenta Ewropayê bixin nava tevgerê.
'EM BI AWAYEKÎ FERMÎ BIÇIN HERÊMÊ'
Serokê Koma Sosyalîst Demokrat Gîannî Pîttella, Serokê Koma Lîberal Demokrat û Serokwezîrê berê yê Belçîkayê Gûy Verhofstadt, Hevseroka Koma Keskan Rebecca Harms û Seroka Koma Yekîtiya Çep Gabrîele Zîmmer bi awayekî hevpar daxwaza agirbestê kirin.
Serokên Koman dan xuyakirin, ku komkujî û şîdeta AKP li Bakurê Kurdistanê dike gihaştiye radeyeke mirov jê endîşeyan bike û xwestin, serdaneke fermî li herêmê were kirin. Serokan ji nûnerên Parlamenta Ewropa û Yekîtiya Ewropayê xwestin, ku hevkariyê bikin û dest li rewşê werdin.