Bazara penaberan: PE bertekên tund da hevpeymana bi Tirkiyeyê

Hevpeymana prensîb a têkîldarî pirsgirêka penaberan ku êvara Duşemê di navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê de pêk hatibû, li Parlamentoya Ewropayê rastî gotinên tund hat.

Hevpeymana prensîb a têkîldarî pirsgirêka penaberan ku êvara Duşemê di navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê de pêk hatibû, li Parlamentoya Ewropayê rastî gotinên tund hat. Parlamenteran rêveberên Ewropa bi serî tewandina şantajên Enqereyê sûcadar kirin.  

Tevahî komên parlamentoya li Strasboûrgê li hember bazara penaberan nerazîbûn nîşan dan. Ji çep heta rast, ji keskan heta populîstên li dijî Yekîtiya Ewropayê tevahî parlamenteran rexneyên tund kirin.

Li gor nûçeya AFP’ê, serokê koma Lîberal Guy Verhofstadt wiha got: “Niha tiştê em dikin ew e ku em kîlîta deriyên Ewropayê radestî Erdogan dikin. Ez vê wek pirsgirêkek mezin dibînim.”

Hevpeymana prensîbî ya di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropa hê negihiştiye encamekî teqez. Bi vê hevpeymanê dikin hedef ku herikîna penaberan rawestînin. Di nav pêşniyaran de tevahî koçber û penaberên çûne Yewnanîstanê, şandina Tirkiyeyê heye. Di berdêla vê de jî heta sala 2018’an wê 3 mîlyar eûro û ji Hezîran pê ve serbestiya vîzeyan bidin Tirkiyeyê. Tirkiye her wiha, daxwaz dike ku 5 serenavên nû yên di çarçoveya pêvajoya endamtiya YE bê çareserkirin.

HILWEŞÎNA EXLAQÎ

Rastgir û Serokê koma rastgirên navendî PPE Manfred Weber van daxwazên Tirkiyeyê nirxand, xwest ‘çekên vekirî’ nedin Enqereyê. Weber, binpêkirinên Tirkiyeyê yên têkîldarî azadiya çapemeniyê jî got tiştekî nayê qebûlkirin e.

Serokê Koma Sosyalîst Gîannî Pîttella jî wiha anî ziman: “Divê diyaloga têkîldarî penaberan bi mijara muzakereyên bi Yekîtiya Ewropa re neyê tevlîhevkirin.”

Hevserokê Koma Keskan Phîlîppe Lamberts jî bertek nîşan da ku “hilweşînek exlaqî” heye.

Lambert wiha axivî: “Em kulavên sor ji rejîmeke ku çapemenî xistiye bin zexê û gelê xwe bombe dike re radixînin.”

Serokê Koma Eniya Neteweyî ku rastgirên tund in, Marîne Le Pen jî wiha pirsî: “Erdogan we di nav ard dadike û şantajan li we dike. Niha ya hûn dixwazin entegreyî Ewropa bikin ev e?” 

Nîgel Farage yê Îngîlîz ku di refên dijbertiya Yekîtiya Ewropa de disekine, bal kişand ser referandûma 23’ê Hezîranê ya li Kraltiya Yekbûyî ji bo derketina ji Yekîtiya Ewropa wê bê lidarxistin. Faraga yê ji bo Îngîltere ji Yekîtiya Ewropa derkeve îmzeyan kom dike, got eger dengên ji bo mayina Îngîltere bê bikaranîn, heman deng wê ji bo endamtiya Tirkiyeyê jî bên bikaranîn.