2 tîmên taybet ên li Şirnexê birîndar bibûn mirin

2 tîmên taybet ên di demên cuda de li Şirnexê di şer de birîndar bibûn li GATA'yê mirin.

2 tîmên taybet ên di demên cuda de li Şirnexê di şer de birîndar bibûn li GATA'yê mirin.
Hate ragihandin ku 2 tîmên taybet ên li navenda Şirnexê û navçeya Silopiyayê di êrîşên tevkujiyê de birîndar bibûn li GATA'yê mirin. Li gor daxuyaniya TSK'ê, tîmek taybet ê ku di 12'ê Gulanê de li Şirnexê birîndar bibû, miriye. Her wiha hate ragihandin ku tîmê taybet ê bi navê Firat Palamut ê ku di 5'ê Nîsanê de li Silopiyayê birîndar bibû jî li GATA'yê miriye.