Li Parîsê çalakiya ji bo destekkirina girtiyên şoreşger

Çalakiyên ji bo destekkirina girtiyan li Ewropayê dewam dikin. Di şeva li Parîsê de hat gotin, "Girtiyên şoreşger rûmeta me ne" û banga mezinkirina piştgiriya şoreşgerî ya enternasyonal hat kirin.

Şev li salona Champ de foire ya li herêma Sarcelles a Parîsê hat lidarxistin. 

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdên têkoşîn û şoreşê, li ser navê plafroma dengê girtiyan gaziya rojiya mirinê Bedîa Ergun peyivî. Ergun beşdar silav kir û got, "Erdnîgariya me Anatolî û Mezopotamya ji bo hemû çîn û gelên bindest, xaka şoreşê ye. Ji ber vê yekê, dîroka me dîroka lehengî û berxwedanên mezin e. Girtiyên şoreşger; kîna çîna karker û gelê me ne, biryardarî, berxwedêrî û vîna me ya têkoşînê ye. Deng û nîşaneya têkoşîna sosyalîzm û şoreşê ne."

Ergun da xuyakirin, ku piraniya wan şoreşgerên welatparêz, bi qasî  hezar girtiyên siyasî li girtîgehan hene û bibîr xist, 600 ji van nexweş in, rewşa 158 ji van girtiyên nexwşe jî giran û xetere ye. Ergun got, "Berpirsyariya me ye ku em piştgirî û têkoşînê mezin bikin."

Xaziyê Pirsûsê Alî Denîz Eren jî li şevê peyivî û got, "Di 29'ê Tîrmehê de em ê li Kobanê bin. Yên li Pirsûsê hatin qetilkirin ne tenê ciwan bûn. Ji bo mezinkirina têkoşîna hevgirtinê em bi rê ketin. Haya me ji mîarteya hevrêyên me yên di 20'ê Tîrmehê de hatin qetilkirin ji me re hişt, heye. Û weke ciwanên sosyalîst em ê heta dawiyê xwedî lê derkevin."

Li ser navê Yekîtiya Jinên Sosyalîst li Fransayê Solmaz Ozdemîr û li ser navê ACTÎT'ê jî Hevserok Alî Taş li vir axivîn.

Di şevê de Erdogan Emîr, EDÎKA û Okan Pehlîvan derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.

...