Artêşa Iraqê ji sivîlan xwest ji Fellûceyê derkevin

Artêşa Iraqê dor li Fellûceyê girt, ku ev der paytexta îdarî ya wîlayeta Ambarê ye û ji sivîlan xwest, bajêr biterikînin.

Artêşa Iraqê dor li Fellûceyê girt, ku ev der paytexta îdarî ya wîlayeta Ambarê ye û ji sivîlan xwest, bajêr biterikînin. Ajansa Artêşa Iraqê belavokek weşand û ji sivîlan xwest, ji bo di şer de zerarê nebînin, bajêr biterikînin.

Di belavoka artêşê de ji sivîlên li bajêr dijîn hat xwestin, xwe ji çeperên çeteyên DAIŞ'ê vegirin.

Çavkaniyên nêzî artêşê dan xuyakirin, ku artêşa Iraqê, ji bo bajarê Fellûce ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bike, wê di demeke nêz de ji çend baskan ve dest bi êrîşê bike û dan zanîn, ku operasyona ji bo rizgarkirina vî bajarê sê meh in dorpêçkirî ye, li ber destpêkirinê ye.