Li Sydneyê protestoya 'darbeyê': Em dengê xwe bilind bikin
Li Sydneyê, darbeya li HDP û siyaseta demokratîk hat kirin, hat şermezarkirin.
Li Sydneyê, darbeya li HDP û siyaseta demokratîk hat kirin, hat şermezarkirin.
Li Sydneyê, darbeya li HDP û siyaseta demokratîk hat kirin, hat şermezarkirin.
Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê, darbeya AKP/Qesrê ya li hemberî HDP'ê, ku bi piştgiriya CHP û MHP'ê kir, hat şermezarkirin.
Biryara rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK), bi şiyara "dest nede vîna min" hat şermezarkirin.
BOYLE: DIVÊ HER KES DENGÊ XWE BILIND BIKE
Kurd û dostên wan li ber Martîn Place li hev civiyan. Berdevkê rojnameya Green Left Weekly Peter Boyle jî beşdarî çalakiyê bû. Boyle di axaftina xwe ya li vir de rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê weke "darbeyê" pênase kir. Boyle bang li hemû hêzên çep-sosyalîst û bindestan kir, li dijî vê biryarê dengê xwe bilind bikin.
Ji komîteya amadekar Suleyman Bîngol jî got, "Li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe, em li cem têkoşîna mafdar a gelê xwe ne. Li djiî neheqiyê em ê têkoşîna xwe mezintir bikin."
Beşdarên çalakiyê pankartên bi nivîsa "Kujer Erdogan", "Hîtler Erdogan" hildan.