Rêxistinên Asûrî, Suryanî û Keldanî destek dan HDP'ê
Saziyên Asûrî, Suryanî û Keldanî destek dan parlamenterên HDP'ê yên destnedana wan ji aliyê AKP û Qesrê ve hat rakirin. Saziyan daxuyaniyeke hevpar weşandin û gotin, "dest nede vîna me."
Saziyên Asûrî, Suryanî û Keldanî destek dan parlamenterên HDP'ê yên destnedana wan ji aliyê AKP û Qesrê ve hat rakirin. Saziyan daxuyaniyeke hevpar weşandin û gotin, "dest nede vîna me."
Kongreya Gel a Mezopotamyayê, Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê, Navenda Çandê ya Mezopotamyayê û Komeleya Piştgiriyê ya Mezopotamyayê daxuyaniyeke hevpar weşandin û diyar kirin, gelê Asûrî, Suryanî û Keldanî, ku di sala 1915'an de hat qirkirin, dikare xwe bi tenê li nava HDP'ê îfade bike.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, berpirsyarê qedandina pêvajoya aştiyê AKP ye û rakirina destnedanê bi tundî hat şermezakirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em AKP a Îslamî faşîst, MHP û CHP ên destek dan darbeya li dijî demokrasiyê şermezar û lenet dikin."
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Weke saziyên gelê Asûrî/Suryanî/Keldanî; MHK, MOP, MKC û MDD ji roja destpêkê ve em alternatîfa demokratîk a sêyemîn in, ku HDP wê diparêze. Em vê êrîşa faşîst a li hemberî HDP'ê weke êrîşa li hemberî mafên demokratîk ên gelê xwe dibînin. Bi vê bîr û baweriyê em dibêjin; HDP vîna demokrasiyê ya gelê Asûrî/Suryanî/Keldanî ye. Dest nede vîna me ya azad!
Xwedîderketina li HDP'ê, xwedîderketina li rûmeta mirovahiyê, demokrasiya civakî, cangoriyên vê rêyê û siberoja demokratîk a gelan e!"