Li Parîsê nûnertiya Rojava tê vekirin

Piştî paytexta Rûsya Moskowê, paytexta Swêdê Stockholmê û paytexta Elmanya Berlînê, vê carê jî li paytexta Fransa Parîsê nûnertiya Rojava tê vekirin.

Li paytexta Fransa Parîsê sibehê êvarî saet 19.00’an wê nûnertiya Rojava bê vekirin.

Piştî paytexta Rûsya Moskowê, paytexta Swêdê Stockholmê û paytexta Elmanya Berlînê, vê carê jî li paytexta Fransa Parîsê nûnertiya Rojava tê vekirin.

Di banga ji aliyê Nûnerê Rojava yê li Fransa Xalîd Îsa, Hevserokê Konseya Têkîliyên Derve yê Kantona Cizîrê Abdûlkerîm Omer, Serokê Konseya Welatparêzên Sûryan ên li Sûriyeyê Basam Îshak û gelek siyasetmedaran ve hat kirin de wiha hate gotin: “Ji bo agahdarkirina rewşa herî dawî ya Sûriyeyê, em we jî di nav xwe de bibînin em ê kêfxweş bibin.”