Li Dûîsbûrg û Mannheîmê şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn
Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê ji bo şehîdên meha Gulanê civîna biranînê hate lidarxistin, li Mannheîmê jî bi tevlîbûna ciwanên ji bajarên derdor meşek hate lidarxistin.
Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê ji bo şehîdên meha Gulanê civîna biranînê hate lidarxistin, li Mannheîmê jî bi tevlîbûna ciwanên ji bajarên derdor meşek hate lidarxistin.
Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê ji bo şehîdên meha Gulanê civîna biranînê hate lidarxistin, li Mannheîmê jî bi tevlîbûna ciwanên ji bajarên derdor meşek hate lidarxistin.
DÛÎSBÛRG
Li bajarê Dûsîbûrg ê Elmanyayê şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn. Aktîvîteya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li Dûîsbûrgê (DDKTM) li dar xist bi rêzgirtinê destpê kir. Hevserokê DDKTM’ê Mûsûr Aslan şehîd bi bîr anîn û got: “Ev şehadet, berdêlên giran ên ji bo azadiya gelê me ne. Şehadetên wan, rastiya gelekî ku li xwe biyanî bûye afirand, rastiya gelekî ku ji bo azadiya xwe rabû ser piyan afirand. Şehadeta Hakî Kareranû Çaran bû çirûska rêxistinbûyina yekem, berxwedana destpêkê. Berxwedana xwe ji gelê Kurd re wek mîrate hiştin.”
Di bîranînê de Ji Komîteya Ziman a li Ewropa A. Avesta Aydin axivî, bal kişand ku ruhê berxwedanê li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Şirnex, Silopiya û Geverê didome.
Avesta bal kişand ku di sedsala 21’emîn de hê jî sûcê mirovahiyê tê kirin, wiha got: “Wek mirov, wek Kurd divê em li dijî van rawestin. Ji ber rewşa xweser a Kurdistanê rastiya şerekî li ser me tê ferzkirin.”
Avesta, her wiha ji bo tevlîbûna Kampanyaya Xwişk û Bira jî bang kir, got ev ê karibe bûyerên hatine serê gelê me hinekî jî be êşa wan kêm bike.
Li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan a DDKTM’ê Resûl jî diyar kir ku ji bo azadiya gelê Kurd berdêlên giran hatine dayîn.
Peyama Însiyatîfa Gel a Kurecîkê jî hate xwendin.
Piştre Hevserokê DDKTM’ê Aslan da xuyakirin ku 27’ê Gulanê saet 17.00’an wê li ber Dûîsbûrg Banhofê meşa “Dest nede îradeya min” bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir û bîranîn bi dawî bû.
MANNHEÎM
Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê jî ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê meşek hate lidarxistin. Polîsan hewl dan meşa bi tevlîbûna ciwanên ji Heîlbornn, Stûttgart, Pfrzheîmê pêk hatî, asteng bikin.
Ciwanên kom bi kom berê xwe dan Paredeplazê. Ciwanên li Paradeplatzê kom bûn, xwestin heta ber Mannheîm HPF’ê bimeşin. Di domahiya meşê de tevî hemû hewldanên astengkirina meşê ya polîsan jî, ciwanan meşa xwe li dar xistin.