'Şehîdên meha Gulanê' li Rûsyayê bi merasîmeke girseyî hatin bîranîn
'Şehîdên meha Gulanê' li gundê Kurdan bi merasîmeke girseyî hatin bîranîn. Merasîma bîranînê ji aliyê Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê û Komîteya Gel a Yaroslavl ve hat organîzekirin.
ANF
YAROSLAVL
duşem, 23 gulanê 2016, 11:25
'Şehîdên meha Gulanê' mîna her sal îsal jî li gundê Kurdan ê li bajarê Yaroslavl ê Federasyona Rûsyayê ji aliyê bi sedan kesî ve bi merasîmekê hatin bîranîn.
Şehîdgeha ku gorên endamên PKK'ê Ahmet Yildirim (Tayhan) û Remzî Akkûş (Jêhat) ên di sala 1998'an de ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî li ber Parlamenta Rûsyayê bedena xwe dan ber agir lê ne, ji aliyê bi sedan Kurdistaniyên ji Moskowa, Yaroslavl û navçeyên derdorê hatin ve, hat ziyaretkirin. Di vê merasîmê de rêveberên gelek saziyên Kurdan û malbatên PKK'yiyên jiyana xwe ji dest dane, amade bûn.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, endamê KNK'ê Selahattîn Soro li ser wate û girîngiya rojê ji girseya gel re axivî.
Soro got, "Şehîd duh, îro û siberoja me ne" û wiha axivî: "Divê gelê Kurd xwedî li mîrateya şehîdan derkeve û li dijî hêzên faşîst mêtînger, têbikoşe. Ev yek wezîfeya bingehîn a her Kurdistanî ye."
Piştî axaftina Soro, nûnerên saziyan mafê axaftinê wergirtin û li ser girîngî û wateya rojê nêrînên xwe parve kirin. Kurdistaniyên beşdarî merasîmê bûn, piştî axaftinan kulîlk danîn şehîdgehê û bi qîrîna dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "Bijî Kurdistan" dawî li merasîmê anîn.