Li Rotterdamê çalakiya "dest nede vîna min"
Li bajarê Hollanda Rotterdamê, Kurdistanî li ber Konsolosxaneya Tirk li hev civiyan û çalakiya "dest nede vîna min" lidar xistin.
Li bajarê Hollanda Rotterdamê, Kurdistanî li ber Konsolosxaneya Tirk li hev civiyan û çalakiya "dest nede vîna min" lidar xistin.
Di çalakiya ku bêdestûr hat lidarxistin de, rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê ji aliyê AKP û Qesrê ve, hat şermezarkirin.
Çalakgeran dirûşmên "Kujer Erdogan", "Faşîst AKP" û "Em hemû HDP'yî ne" qîriyan.
Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Flamanî hatin xwendin û çalakî bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.