Li Londonê Festîvala Çand û Sporê pêk hat

Li paytexta Îngilîstan Londonê, ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê, bi pêşengiya Ciwanên Azad UK Festîvala Çand û Sporê hat lidarxistin. Di şexsê Çiyager Batman, Zinar Raperîn û Leyla Şaylemez (Ronahî) de hemû şehîdên şoreşê hatin bîranîn.

Di festîvala ku bi beşdariya bi sedan kesî pêk hat de, tûrnûvayên futbol û voleybolê hatin lidarxistin û aktîvîteyên çandê pêk hatin. Festîval bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê destpê kir.

Piştre endamê Ciwanên Azad Bertan Şoreşger peyivî û got, "Meha Gulanê ji aliyê Rêberê me Abdullah Ocalan ve diyarî şehîdan hatiye kirin. Bi saya keda hevrêyên me yên di meha Gulanê de şehîd ketin, îro berxwedaneke destanî tê meşandin. Şoreş tê pêkanîn. Ev festîval diayrî şehîd Çiyager Batman, Leyla Şaylemez û Zinar Raperîn hatiye kirin. Şehîd Çiyarger li Sûrê fermandarê leheng ê berxwedanê bû. Heta fîşeka xwe ya dawî li dijî çeteyên Qesrê şer kir. Bi ruhê xwe yê berxwedanê ve, mora xwe li dîroka Kurdistanê daye. Destaneke mezin nivîsandiye."

Şoreşger komkujiya Parîsê şermezark ir û got, "Em weke endamên Ciwanên Azad li ser şopa Şehîd Ronahî dimeşin û em ê di vê rêyê de bi ser bikevin." Di dewama axaftina xwe de Şoreşger got, "Hevrêyê me Zinar Raperîn bersiva herî mezin da komkujiya Cizîrê. Ew nemir e. Di şexsê Şehîd Zinar, Ronahî û Çiyager de, ez hemû şehîdên şoreşê bibîr tînim û em soz didin ku em ê wan di têkoşîna xwe de bidin jiyîn."

Piştî axaftina vekirinê, pêşbirkên sporê destpê kir. Di tûrnûvaya futbolê de 22 tîmên beşdar kom ni kom dest bi maçên xwe yên futbolê kirin. Di encama van maçan de tîma FC Varto bû yekemîn, tîma FC Qamişlo bû duyemîn, FC Rojava bû sêyemîn û tîma FC Gahmût jî kûpa centilmeniyê bi dest xist. Her wiha xelatên lîstikvanê herî baş, qelevanê herî baş û lîstikvanên herî zêde gol avêtin, hatin belavkirin.

Di festîvalê de her wiha govend hat gerandin, Govenda Aştî ji bo zarokan lîstikek pêşkêş kir û rûyê zarokan bi rengên cuda boyax kir. Di festîvalê de tîmên voleybolê jî hatin avakirin û ketin nava pêşbirkê. Her wiha lîstikvanê Amedsporê Denîz Nakî jî di festîvalê de amade bû û di çarçoveya kampanya alîkariyê ji bo Sûr û Cizîrê de formayên xwe yên îmzekirî firot û tevkarî kir.

Piştî belavkirina kûpa û xelatan, beşdarên festîvalê li ber stranên Koma Sersîn govend gerand û dawî li festîvalê anîn.

...