Encamnameya Kongreya CÎK'ê hat eşkerekirin
Encamên kongreya awarte ya Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) hatin eşkerekirin. Di encamnameyê de bang li hemû Misilmanan hat kirin ku li dijî zilma li Kurdistanê li ber xwe bidin.
Encamên kongreya awarte ya Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) hatin eşkerekirin. Di encamnameyê de bang li hemû Misilmanan hat kirin ku li dijî zilma li Kurdistanê li ber xwe bidin.
Kongreya Awarte ya Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) roja 21'ê Gulanê li bajarê Elmanya Essenê pêk hat. Ji hemû welatên Ewropayê 270 delege beşdarî kongreyê bûn.
Di kongreyê de Şûra ji 33 kesan, Serokê Giştî û Desteya Koordînasyonê hatin diyarkirin. Di nava Şûra ji 33 kesan de wê 22 jin û 22 mêr wezîfeyê bikin.
Çend ji biryarên di kongreyê de hatin wergirtin, bi vî rengî ne:
"- Civaka Îslamî ya Kurdistanê li ser bingeha 'Peymana Medîne', xweşbînî û jiyaneke hevpar esas digire.
- Civaka Îslamî ya Kurdistanê di wê baweriyê de ye, ku peymana Medîne wê di çareseriya pirsgirêkên civakî de roleke esasî bilîze. Civaka me, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û Kurdistanê li gorî peymana Medîneyê, hemû aliyan vedixwîne lihevkirinê.
- Civaka me hêvî û daxwaz dike ku pirsgirêk di nava her şert û mercî de bi rengekî aştiyane bên çareserkirin. Lê belê eger tevî vê yekê jî êrîş li hemberî civakê bê kirin, zilm û heqaret bê kirin, hingî parastina rewa weke mafekî dibîne.
- Civaka me şewitandina mirovan, şerjêkirin, teşhîrkirina cesedan li dijî hiqû û exlaqa Îslamê dibîne.
- Civaka Îslamî ya Kurdistanê her şêwe nîjadperestî û asîmîlasyonê li dijî vîna Xwedê û weke dijberiya Quranê dibîne.
- Civaka me, tevî asîmîlasyona bi destê dewletan tê kirin, otoasîmîlasyonê jî weke helwesteke şaş dibîne. Ji ber vê yekê pîvana dayîna weaz û xutbeyê bi zimanê her civakê, esas digire.
- Civaka me, perwerdeya bi zimanê dayikê ya Kurdan û rêvebirina xwe bi xwe, hem weke mafekî însanî hem jî weke mafekî Îslamî dibîne.
- Civaka me, bi qasî doza mafdar a gelê Kurd, doza hemû Misilmanên bindest a li dijî zilmê, weke berxwedan û têkoşîneke pîroz dibîne.
- Civaka Îslamî ya Kurdistanê dixwaze mirovên ji ber sedemên siyasî hatine girtin, îşkence lê tê kirin û neheqî lê hatiye kirin, derhal serbest bên berdan. Di vê çarçoveyê de, di serî de Birêz Ocalan dixwaze tecrîd û zexta li ser hemû mehkûman were rakirin.
- Civaka me vê darbeya neheq û zaliman e ya li hemberî wekîlên HDP'yî ku bi rengê gelê mezlûm hatine hilbijartin, şermezar dike û dixwaze ev zordariya li vîna gelê me hatiye kirin, bê sererastkirin.
- Civaka Îslamî ya Kurdistanê bang li hemû alim, seyda û şêxên Kurd dike, li dijî zaliman, li cem mezlûman cih bigirin û li ser şopa Ehmedê Xanî, Şêx Seîd, Seyîd Riza, Mele Abdullahê Timoqî, Seîd Nûrsî û şehîdên civaka me bimeşin."