Şehîdên meha Gulanê li gelek bajarên Ewropayê bi çalakî û merasîman hatin bîranîn.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
duşem, 23 gulanê 2016, 07:02
Şehîdên meha Gulanê li gelek bajarên Ewropayê bi çalakî û merasîman hatin bîranîn.
ARNHEM
Di merasîma bîranînê ya li bajarê Hollanda Arnhemê de, piştî deqeyeke rêzgirtinê li ser navê Komîteya malbatên Şehîdan Mamoste Mehmed, Hevserokê KOMAW'ê Ahmet Aktaş axivîn.
Aktaş da xuyakirin, ku divê li hemberî êrîşên li dijî gelê Kurd bi ruhê Hakî, çaran, Karasûngûr û Mizgînan bersiv were dayîn û diyar kir, ev êrîş ancax bi vî rengî werin pûçkirin.
Alîkarê Hevserokên KNK'ê Tahir Kemalîzade jî destnîşan kir, ku divê Kurd li her qadê xwedî li şehîdên xwe û partiyên xwe derkevin.
Di bîranînê de Hovan Evîn, Kemal Sîpan û Rûbar Şîno helbest û stranên xwe pêşkêş kirin. Merasîma bîranînê bi belavkirina nanê xêrê bi dawî bû.
BREMEN
Merasîma bîranînê ya li bajarê Elmanya Bremenê jî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û piştre li ser navê malbatên eşhîdan Fatma Arslan peyivî. Li dû axaftin Arslan sînevîzyonek li ser şehîdên meha Gulanê hat nîşandan.
Rojnamevan û nivîskar Serhat Bûcak piştre peyivî û bi rêzdarî şehîdên Kurdistanê bibîr anî. Hevserokê NAV-DEM'ê yê Bremenê Seîd Bîlgîn jî da xuyakirin, ku divê mîrateya şehîdan bi biryardarî were meşandin. Bavê şehîd Bavê Mizgîn jî helbesta xwe ya ji bo sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin, xwend.
ANVERS
Çalakiya bîranînê ya li bajarê Belçîka Anversê bi beşdariya Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal pêk hat. Kartal li vê derê rewşa dawî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê nirxand û destnîşan kir, ku divê Kurd di pêvajoya heyî de bêhtir bi awayekî çalak destekê bidin têkoşînê.
Piştî Kartal li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan a Belçîkayê Sûltan Ograş axivî. Çalakiya bîranînê bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd Namirin" bi dawî bû.
ESSEN
Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Elmanya Essenê, şehîdên meha Gulanê û 5 gerîlayên HPG'ê yên di 25'ê Nîsanê de li Qaxizmanê jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn.
Mehmet Sûrûçlû li vir axivî û diyar kir, şehîdên meha Gulanê di dîroka têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de xwedî girîngiyeke mezin e. Sûrûçlû destnîşan kir, ku ew ê şopdarên vê mîrateyê bin.
BENSHEÎM
Di merasîma bîranînê ya li bajarê Elmanya Bensheîmê de, piştî deqeyeke rêzgirtinê Berdevkê Komîsyona Malbatên Şehîdan Aydin Sariyildiz axivî û anî ziman, şehîdên meha Gulanê wê her tim di têkoşîna Kurdistanê de bijîn.
Di çalakiyê de Îsmaîl Goksûngûr ê beriya niha bi demeke kurt li Parîsê jiyana xwe ji dest da hat bîranîn. Her wiha Azad Çekdar, Hamza (Zîver Sariyildiz) yên li nava refên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan û şervanê YPG'ê Mûsa Mahmûd Sîncar ê li Cerablûsê jiyana xwe ji dest da, hatin bîranîn.
AACHEN
Merasîma bîranînê ya li bajarê Aachenê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Meclîsa Jinê ya Denîz Firat ve hat organîzekirin û nûnerê PYD'ê jî beşdar bû.
Di axaftinên li vir de hat ragihandin, tevgera azadiyê ay Kurd partiyeke şehîdan e û eger Îro li gelemperiya herêmê û cîhanê Kurd veguheriye gelê herî rêxistinbûyî, ev yek bi saya berdêlên şehîdan e.
Merasîma bîranînê bi sînevîzyona li ser têkoşîn û çîroka jiyanê ya şehîdên meha Gulanê qediya.
MONTPELLÎER
Di çalakiya bîranînê ya li bajarê Fransa Montpellîerê de, tevî şehîdên meha Gulanê, Seyît Ateş (Seyît Agir) ê di 11'ê Îlona 2013'an û 16 şervanên YPG/YPJ'ê hatin bîranîn. Di merasîma li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Montpellîerê de Kurdistanî û xizmên Seyît Ateş amade bûn.
Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Montpellîerê Cevat Guneş li vir axivî û destnîşan kir, ku şehîdan ji gelekî ji rastiya xwe dûr ketibû, rastiya gelekî ji bo azadiyê rabûye ser xwe, afirandin. Guneş got, "Bersiva ji bo şehîdan ancax bi xwedîderketina li têkoşîna wan û xurtkirina karê wan dibe."