FKÊ binçavkirina rojnamevan Avesta şermezar kir û xwest bê berdan

Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ) binçavkirina rojnamevan Gazal Avanaş ku bi navê Aysel Avesta tê naskirin, bi tundî şermezar kir.

Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ) binçavkirina rojnamevan Gazal Avanaş ku bi navê Aysel Avesta tê naskirin, bi tundî şermezar kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya federasyonê de hat ragihandin, nêzîkatiya li hemberî civaka Êzidî û netehemûlkirina li vîn û nirxên Êzidiyatiyê, piştî fermana Tebaxa 2014'an jî bi ti awayî nehatine guhertin.

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Ji destpêka fermanê ve ambargoya li ser Şengalê dewam dike. Herî dawî li Şengalê ciwanê bi navê Seîd Xwedêda hat qetilkirin. Wekî din, ew hewldana bê oxir a ku dixwaze civaka Êzidî li hemberî tevgera azadiyê bide şerkirin, qet nayê qebûlkirin."

FKÊ bang li PDK'ê û rayedarên hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ku dev ji van kiryarên xwe ku nakeve xizmeta gel û neteweya Kurd û xizmetê ji jimin re dike, berdin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Em dixwazin di zûtirîn demê de xebatkar û rojnamevana Stêrk TV birêz Aysel Avesta bê berdan."