Li Ceyhanê 6 zarok hatin girtin
Li navçeya Ceyhan a Edeneyê 6 zarok hatin girtin.
Li navçeya Ceyhan a Edeneyê 6 zarok hatin girtin.
Li navçeya Ceyhan a Edeneyê 6 zarok hatin girtin.
Di serdegirtinên malan ê danê sibehê ya li navçeya Ceyhan a Edeneyê 6 jê zarok 12 kes hatibûn binçavkirin. Piştî karûbarên li emniyetê ji 12 kesan 6 zarok sewqî dozgeriyê kirin. Zarokên ku bi navên Y.B., D.E., C.T., U.O., A.K. ve M.Z. ên li dozgeriyê îfade dan bi sûcên “Endamên rêxistinê”, “Beşdarî xwepêşandanên derveyî qanûnî bûne” û “Li ser navê rêxistinê sûc kirine” sewqî dadgeha lêpirsînê hatin kirin. Dadgehê her 6 zarok bi heman îdîayê girtin û şandin Girtîgeha Sergirtî a Tipa M.
Her wiha, welatiyên bi navê Huseyîn Kaya, Hacî Baysal, Emrah Aydin, Omer Konûk, Mûstafa Ozer û Mûzaffer Bahadîr hê jî li Midûriyeta Emniyetê ya Ceyhanê têne girtin.