Li zarokên girtî îşkence hat kirin

Zêdeyî 40 zarokên li Girtîgeha Tîpa E ya Kurkçukler a Edeneyê tên ragirtin, ewilî li hucreyê hatin bicihkirin, piştre îşkence li wan hat kirin. Dûre jî sirgûnî girtîgehên cuda hatin kirin.

Li Girtîgeha Tîpa E ya Kurkçukler a Edeneyê, ku bi zext, binpêkirnia mafên mirovan, helwestên kêfî û bi îşkenceya li hemberî zarokên girtî ket rojevê, vê carê jî li zêdeyî 40 zarokan îşkence hat kirin û sirgûnî girtîgehên cuda hatin kirin.

Hat ragihandin, zextên li zarokan roja 19'ê Gulanê, dema xwişka zarokê girtî yê bi navê Y.D. di hevdîtina vekirî de silav da zarokekî din ê girtî, destpê kir. Piştre ev zext veguherî îşkenceyê û sirgûnê. Komîsyona Hiqûqê ya ÎHD Şaxê Edeneyê ji ber van zextan, girtîgeh ziyaret kir, lê destûr ji endamên komîsyonê re nehat dayîn ku zarokên girtî bibînin.

ÎHD'Ê RAPOR AMADE KIR

Hevserokê ÎHD Şaxê Edeneyê parêzer Îlhan Ongor da xuyakirin ku li qewîşa zarokan a li Girtîgeha Tîpa E ya Kurkçulerê ev demeke dirêj e mafên mirovan tên binpêkirin û anî ziman, wan li ser mijarê du rapor amade kirine û bi raya giştî re parve kirine. Ongor diyar kir, di encama van raporan de lêpirsîn li gardiyanan hatiye vekirin û got, "Lê belê, tevî ku têkildarî wezîfedaran lêpirsîn hat destpêkirin jî, zextên li zarokên girtî zêde bûne. Herî dawî zarokê bi navê Y.D. di hevdîtina malbata xwe ya 19'ê Gulanê de, ji ber ku bi gardiyanan re nîqaş kir, zext û zordariya gardiyanan destpê kir."

'ÎŞKENCE LI ZAROKAN HAT KIRIN'

Ongor da zanîn, zarokên din ên girtî jî nerazîbûn nîşanî pêkanînên xerab ên gardiyanan dan, lê ew jî bûn hedefa êrîşa gardiyanan. Ongor got, "Rêveberiya girtîgehê, hemû zarokên li qawîşa B21'an tên ragirtin, xist hucreyeke ji bejna wan nizmtir, paceyên wê şikestî û nivîn lê nîne. Û wê şevê li hemû zarokan xistin. Parêzerên di komîsyona hiqûqê ya şaxê me de cih digirin xwestin bi midûrê 1. ê girtîgehê re baivin. Lê belê ev hevdîtin nehat qebûlkirin."

ZAROK SIRGÛN KIRIN

Ongor ragihand, piştî cezayê hucreyê û lêdanê, 40 zarok roja 21'ê Gulanê saet di 04:00 de sirgûnî girtîgehên Konya, Elezîz, Mereş û girtîgehên din hatine kirin. Ongor anî ziman, malbatên hemû zarokên girtî li Edeneyê dimînin, lewma ev sirgûn wê bandoreke neyînî hem li malbatan hem jî li zarokan bike. Ongor destnîşan kir, ku bi lêdanê sirgûnkirina zarokan li dijî pîvana mafên mirovan e û bibîr xist, zarok girtî li gorî qanûna divê di nava statuyeke taybet a girtiyan de bên parastin. Onger bal kişand ser bandora neyînî ya vê rewşê li derûniya zarokan û bang li raya giştî ku bala xwe li ser vê mijarê be.