Li hemberî darbeya faşîst a sivîl têkoşîna demokratîk -Selahattîn Erdem

"Li parlamenê, faşîzma kesk, reş û spî hevkarî kir û piştî hilbijartinên 7 Hezîrana 2015an, darbeya faşîst a sivîl kete qonaxek din. Bi vî rengî têkoşîna demokratîk û şorşeger jî kete qonaxek nû."

Destnedana parlamenterên HDPê, bi giştî hate rakirin. Ji xwe ji bo parlamenterên HDPê destnedan nebû. Her kes li bendê bû ku ji parlamenê encama referandumê derkeve. Dibin pêşengiya Kemal Kiliçdaroglu de, koma CHP destek da faşîzma Qesrê û guhertina Desturnamê pêk hat. Li parlamenê, faşîzma kesk, reş û spî hevkarî kir û piştî hilbijartinên 7 Hezirana 2015an, darbeya faşîst a sivîl kete qonaxek din. Bi vî rengê têkoşîna demokratîk û şorşeger jî kete qonaxek nû.

Daxuyaniyên piştî encama parlamenê, rewş zelaltir kirin. Di dema ku Koma HDPe civîna lezgîn çêkir û diyar kir ku ew ê li dijî darbeya faşîst têkoşîna demokratîk bidin dest pê kirin, eşkere bû ku ji rewş herî zêde serokê MHPê Devlet Bahçelî kêfxweş bûye. Lê rewşa balkêş ya serokê giştî yê CHP Kemal Kiliçdaroglu bû. Ji ber ku ew bû kilîda vê encamê. Lewra piştî dengdanê ji holê winda bû. Serokê AKPê Tayyip Erdogan ji rewşê ne razî bû û hinek ji parlamenterên CHPê bi sextekariyê gunehkar kirin.

Derkete holê ku di hegemonya faşîst de sinor nînin. Faşîzm, yên li hemberî çiqasî qels bike û bidê erdê, zext û zora xwe hinekî din dijwar dike. Lewra bi faşîzmê re lihevkirin çênabe. Kesên ku dixwazin lihevhatinê bikin jî, têk diçin û tine dibin. Li hemberî Tayyip Erdogan, rewşa Kemal Kiliçdaroglu vê rastiyê nîşan dide. Kiliçdaroglu CHP kire lîstika Erdogan. 

Rewşa ku were nirxadin ev e: Sê partî jî têk çûn. Gelo çawa çêbû ku ji parlamenê 376 deng derketin holê. Eşkere bû ku olîgarşî têk çûye. CHP ji xwe bi nîqaşên nava xwe tê naskirin. AKP û MHP jî, bi 'operasyonên Paralel' di nava xwe de dihejin û ber bi têkçûnê diçin. Dîsa jî ji parlamenê 376 deng derketin. Tê xuyakirin ku ji nava partiyên ewqasî parçebûyî hevkariyek wiha balkêş derdikeve holê. Gelo ev çawa çêdibe. Ev girîng e.  

Yekemîn; Ev rewş ji aliyê Kemal Kiliçdaroglu hate pêkanîn. Yani, ev encam ne serketina Tayyip Erdogan û Devlet Bahçelî ye. Ji ber ku koma dengên AKP û MHPe, vê encamê dernaxe. Eger Kemal Kiliçdargolu, li hemebrî rakirina destnedanê gotina ERÊ bikar neanibiya, biryar ji parlamenê dernediket. Lewra rakirina detsnedanê bi polîtîqeya Kemal Kiliçdaroglu pêk hat. Divê CHPyî vê rastiyê baş bibînin û baş fêm bikin. 

Xala duyemîn, li hemberî HDPê, AKP, MHP û CHP bûne yek. Rakirina destnedan parlamenterên HDPê ew koalsiyon eşkere kir. Dema ku mijar dibê HDP, her sê partiyê yek siyasetê dimeşînin. Çima gelo? Ji ber ku HDP Kurdan û hêzên demokratîk temsîl dike. Yanî AKP, MHP û CHP, li hemberî Kurdan û hêzên demokratîk berxwe dide. Dema pirs dibe Kurd û hêzên demokratik, her sê partî dibine yek û di nava yekîtiyekê de haraket dikin. Li hemberî nakokî û şerê navbera xwe jî, li hemberî HDP bûne yek. Bêguman ev yekîtî yekîtiya faşîst e. 

Baş e, ev encam tê çi wateyê? Tê xuya kirin ku wê parlamenterên HDPê bibin dadgehê û bidarizînin, bixwazin wan bigirin û koma li parlamenê ji holê rakin. Erê  HDP negirtin, lê tune kirin û di nava demê de wê hewl bidin ku bigirin. Mîna ku Hevserok Kamuran Yuksek girtin û DBP ji kar kirin û xebatê dûr kirin. Berê jî ev kar kirine. Di bihara 1994'an de, DEP jî wisa kirin. Berê jî, destûr nedidan partiyên wisa. Kurdan û eniya  demokratîk nikarîbûn partiyan ava bikin û siyasetê bikin. 

Başe, eger koma HDP ji parlamenê were avêtin wê çi bibe. Vekiriye ku, parlamento ji parlamentotiyê derdikeve. Îradeya gel ji parlamenê tê dûr kirin. Li parlamenê komeke li dijî Kurdan û eniya demokratîk dimîne. Dema ku parlamento ji hêza îradî ya gel derket wê her partî û her parlamenter bibe ebdê devê deriyê Tayyip Erdogan. Parlamento tê xesandin û bi darbeyekê tê pûç kirin. Lewra rewş ku derketiye holê wek darbeyê bê binavkirin rast e. 

Ji xwe piştî 7 Hezirana 2015an, kete pêvejoya darbeya faşîst ya sivîl. Di 24 Tîrmeha 2015an de, rastî êrîşa şerê giştî hatin. Hilbijartina 7ê Hezîranê tê wateya tunekirina parlamenê. Di 1 Mijdara 2015an de, desthilatdariya AKPê hilbijartina xesp kir. Ev jî darbeyek bû. Li Cizîr û Surê jî, ligel derbeyek wêranî qikirin bû. Têkbirin Desthilatdariya Ahmet Davutoglu, ji aliyê Tayyip Erdogan ve darbe bû. Niha jî avêtina HDP ji parlamenê, ji aliyekî ve xesandina parlamenê ye, ji aliyê din ve darbe ye. Ev tê wateya ku mekanîzmeya derbeyan dewam dike û darbe di hundirê darbeyan de çêdibin. 

24ê Tîrmah 2015, êrîşa giştî ya faşîzan destpê kir. Êdî diyar bûye ku, sîstema serokatiya Tayyip Erdogan a yekparêziya faşîst û rêvebebriya yek detsî û diktatorî ketiye pratîkê. Ji ber ku Tayyip Erodgan rakirina parlamenterên HDPe xwest û ferman jî da. Piştî biryara parlamenê û erêniya rakirina destnedana parlamenterên HDPê, dide xuya kirin ku  êrîşên faşîzan wê dijwartir bibin. 

Ji br ku Tayyip Erdogan, ji bo serokatiya AKPê, Bînalî Yildirim tayin kir û ew jî demildest çû Amedê. Binalî Yildirim li Amedê daxuyanî da ku ew ê terorê temam bikin û şerê li dijî PKKê bi dijwarî bidomînin. Herî dawî jî got, ew û Tayyip Erdogan wê bi hev re biçin Amedê û şer li dijî gelê Kurd dijwar bikin. Bi vî rengî tirsek da Kurdan. Divê kes di vê mijarê de xwe nexapîne û bi demagojî û derewên Tayyip Erdogan ne xape. Polîtîkaya şekir û qamçî dimeşînin û dixwazin têkoşîna Kurdan û têkoşîna demokrasiya Kurdan têk bibin. 

Di vê hêlê de barekî giring dikevê ser milê HDPê. Ji ber ku, têkoşîna li dijî diktatoriya Erdogan û faşîzmê ew ê bikin. Dikarin girtin û darizandina parlamenteran bikin pratîkê. Ji ber ku zext û zora li ser gel, vê rastiyê eşkere dike. Rejîmek ku li hemeberî gel qirkirinê bimeşîne, wê li hemebrî parlamenteran jî heman zext û zorê bike pratîkê. Div ev ratsî bê dîtin û tedbîr werin standin. 

Piştî ku destnedana hevserokê HDPê hate rakirin, daxuyaniyek dan, girîng bûn. Li hemberî darbeyê têkoşîna demokratîk ji bo paşerojan hêviyek giring e û xurt e. Ji ber ku bêyî têkoşînê faşîzm nayê berteref kirin û serketin jî nayê bidestxistin. Ji bilî têkoşîna demokratîk, ti hêz nikare faşîzmê têk bibe. 

Ji ber vê çendê, divê li hemberî faşîzma Qesrê û AKP, têkoşîna demokratîk giring e û mecburî ye. Ev pêvejo jî, eniyên demokratîk, gelek teva mecburî têkoşîna demokrasî dike. Ji bo serketinê jî, yekemîn, di têkoşîna demokratîk de biryardarî lazim e. Xala duyemîn jî divê di têkoşîna demokratîk de, rêbazên nû werin dîtin û her kes seferber bibe. Herî dawî jî, divê raya giştî jî werê agahdarkirin û şiyarbûnek çêbibe. 

Li Tirkiyê di şerê demokasî û faşîzmê de qonexek giring hatiye bidestxistin û em di qonaxa dawî de ne. Alî, hemû potansiyala xwe sefer kirine. Faşîzma AKP û Qesrê çiqasî êrîşên bê hiquqî û êrîşên bê exlakî bidomîne jî, êdî derfet û îmkanên xwe ber bi temamkirinê dibe. Lê derfetên eniya demokratîk li hundir û derve gelek zêde hene û bi hêz in. Ya girîng ew e ku vê potansiyalê bikin nava tevgerê. Di serî de, HDP, DBP û tevahiya hêzên demokratik, divê bi berpirsiyarî tevbigerin. Divê her kes, di têkoşîna li dijî faşîzmê de cihê xwe bigire.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA