Artêşa Iraqê dest bi operasyona Fellûceyê kir
Hêzên artêşa Iraqê, tevî Heşd El Şebî ji bo rizgarkirina bajarê Fellûce yê ser bi wîlayeta Enbarê, dest bi operasyonê kir.
Hêzên artêşa Iraqê, tevî Heşd El Şebî ji bo rizgarkirina bajarê Fellûce yê ser bi wîlayeta Enbarê, dest bi operasyonê kir.
Fermandariya Operasyonên Hevpar a Artêşa Iraqê da xuyakirin, k ji bo rizgarkirina Fellûceyê ji çeteyên DAIŞ'ê, operasyon hatiye destpêkirin.
Li gorî nûçeya televîzyona El Meyadîn a Iraqê, artêşa Iraqê ji sivîlên li Fellûceyê xwest, Fellûceyê biterikînin û xwe ji navendên DAIŞ'ê vegirin.
Li gorî nûçeyê, hêzên antî terorê, hêzên taybet, polîsên Enbarê û milîsên Heşd El Şebî di vê operasyonê de cih digirin.
Beriya niha jî artêşa Iraqê di 3’ê Gulanê de ji bo rizgarkirina Fellûceyê dest bi operasyonekê kiribû, lê belê heta niha bajarokê nehatiye rizgarkirin.
Fellûce ser bi wîlayeta Enbarê ye û li Başûrê vê wîlayetê ye. Fellûce ku 70 km li Bakurê Bexdayê ye, ev 2 sal in ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin.