Mala Êzidiyan a Hamelnê kongreya xwe ya sêyemîn lidar xist

Mala Êzidiyan a li bajarê Elmanya Hamelnê kongreya xwe ya sêyemîn lidar xist û ji bo bersivê bide pêwîstiyên civakê, plansaziyek ji bo dema pêş, destnîşan kir.

Mala Êzidiyan a Hamelnê, di 22'ê Gulanê roja Înê de kongreya xwe ya sêyemîn lidar xist. Kongre bi beşdariya 80 kesan, pêk hat.

Kongreyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên 73 fermana û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê, destpê kir.

Piştre ji Federasyona Komeleyên Êzidiyan, Meclîsa Jinên Êzidî û Hevgirtina Ciwanên Êzidî, dîwanek ji bo kongreyê hat avakirin.

Rêveberiya Mala Êzidyan a Amedê rapora kar a 2 salan pêşkêşî beşdarên kongreyê kir û li ser vê raporê, nîqaş hatin meşandin, pêşniyar hatin kirin û biryarên ji bo sala pêş hatin wergirtin.

Di herikîna kongreyê de rêveberiya Mala Êzidiyan a Hamelnê li ser vîzyon û mîsyona xwe ya dema pêş peyamek pêşkêş kir û got, "Ji bo bersiveke têrker ji pêwîstiyên civaka li herêmê re were dayîn, divê milkê maleke Êzidiyan bê kirîn. Ji bo yekîtî, xurtkirina tifaqê, danasîna ola Êzidî li herêmê, ji bo pêşdexistina çand û ola Êzidiyan, ji bo pêşeroja zarokên me divê em erkên xwe esas bigrin û xebatên aktîf bineşînin."

Bi pêşkêşkirina vê vîzyonê re dengdan hat kirin û di encamê de Meclîsek ji 25 kesan a ji jin, ciwan û mêran pêk tê, hat hilbijartin.

Di dawiya kongerê de xebatkarên meclîsa Mala Êzidiyan a Hamelnê sond xwarin. Meclîs wê di demeke nêz de li hev bicive û kar di nava xwe de dabeş bike. Di vê civînê de wê rêveberî û hevserokên malê bên hilbijartin û komîsyon werin destnîşankirin.

...