Konferansa ‘Gurgum a di bin pençê qirkirinê de’ hat lidarxistin

Di konferansa “Gurgum a di bin pençê qirkirinê de” ya ku li bajarê Frankfûrt a Elmanyayê hate lidarxistin de bal hat kişandin ku Teroyan berdewama qetlîama Gurgumê ye.

Di konferansa “Gurgum a di bin pençê qirkirinê de” ya ku li bajarê Frankfûrt a Elmanyayê hate lidarxistin de bal hat kişandin ku Teroyan berdewama qetlîama Gurgumê ye.

DEMÎR: KONFERANSA GURGUMÊ JI BO HERÊMA ME DÎROKÎ YE

Axaftina vekirinê ya konferansa Gurgumê ya ku li Frankfûtê hate lidarxistin ji Hewldana Gurgumê Mehmet Demîr kir. Demîr anî ziman ku di pêvajoyeke bi vî awayî de lidarxistna konferansê girîngiyeke xwe ya dîrokî heye.

Demîr bal kişand ser xebatên hewldana Gurgumê ya ku ji sala 2006’an heta niha, diyar kir ku konferansa yekem li Tirkiye sala 2014’an de hate kirin, ev konferansa duyemîn bi rêxistinkirinê bû wesîleya pêvajoyeke nû.

Rûniştina yekem a konferansê saet 11:00’an destpê kir. Di rûniştina yekem a di Moderatoriya Rojnamevan Elîf Sonzamanci, Prof. Beyaz Ustun, Parêzer Mehmet Horç, jina aktivîst Rojda Yildirim, Huseyîn Acar û Rojnamevan Sukru Yildiz axivîn.

YILDIZ: NAVENDA BERXWEDANA JI SÎNAN, MAHÎR, ÎBOYAN ELBÎSTAN E

Rojnamevan Şukur Yildiz axivî û diyar kir ku dixwazin Gurgumê bê mirov bikin. Yildiz wiha got: “Kurdên Elewî xwedî pêkhateyeke çepgirin. Ji ber herêma îsyanê ye, Sînan û Mahîran hatine vir, navenda berxwedanê vir e.”

Eger Gurgum ji holê bê rakirin, Kurdên Elewî wê birînên kûr bijîn. Elbîstan tê wateya Kantarma pirtûkxaneya Elewiyan e, baxçeyê wan ê veşartiye.”

Yildiz, Sînan Cemgîl û Mahîr jî bi bîr xist û wiha anî ziman: “Gurgum a ku ji hemû nasnameyan re vekiriye, heta 1500 salan navenda Elwiyan e. Kurdên Elewî xwedî pêkhateyeke çepgirin. Ji ber herêma îsyanê ye, Sînan û Mahîran hatine vir, navenda berxwedanê vir e.”

ACAR: TEROYAN BERDEWAMA QETLÎAMA GURGUMÊ YE

Huseyîn Acar ê ku şahidê qetlîama Gurgumê ye, bal kişand ku qetlîam yek ji rêbazên safîkirinê ye. Acar diyar kir ku wê ti carî qetlîama Gurgumê ji bîr neke û wiha axivî: “Ev qetlîam yek ji projeya safîkirina kêmenetewane. Di qetlîamê de ji tevahî mizgeftan bang hat kirin û êrîşî gel kirin.”

Acar îfade kir ku ew bê parastin girtine û wiha got: “Qatil di malên koçberan de bi cih bûn û bi sirûdan dan koçkirin. Qetlîama Gurgum ji bo dewletê operasyoneke serkeftî bû. Teroyan berdewama qetlîama Gurgumê ye, xespkirina xakê ye.”

USTUN: DEST DATÎNIN SER XAKÊN MIROVAN

Prof. Beyaz Ustun anî ziman ku hemû deskeftiyên binerd ên Gurgumê di salên 2015-16’an de ji bo kesên din pêşkêş kirin, di axaftina xwe ya li ser ekolojiyê de jî ev got: “Hemû herêm ji bo kargehên desthilatdariya siyasî pêşkêş kirine; santrala termîk a Elbîstanê, Deşta Semsûrê, Deşta Bazarcix a Narli girtine. Destkeftiyên jiyanê ji holê radikin. Di bin navê îstiqmalkirinê de dest datînin ser xakên mirovan.”

YILDIRIM: ME PARÇEYEK JI ŞER DIBÎNIN Û DIKIN HEDEF

Aktivîsta Jin Rojda Yildirim wiha pirs kir: “Bi rastî ez bi fikar im, gelo em ê bikarin cenazeyên xwe li Gurgumê defin bikin?”

Yildirim ji ber bûyer û aloziyên li Gurgumê fikarên xwe anîn ziman û wiha axivî: “Jendermeyan roja borî dema ku me cenazeyê xwe radikir ji me re gotin ku ‘Wê rojek were hûn xakekê nabînin ku cenazeyê xwe lê defin bikin’ Bi rastî jî em ê bikaribin cenazeyên xwe li Gurgumê defin bikin? Pirsa herî bi êş ev e?

Yildirim destnîşan kir ku li Gurgumê rewşa man û nemanê heye û wiha got: “Baweriya me di bin zextan de maye, nasnameya me di bin zextan de ye, tercihên me yên siyasî di bin zextan de ne, erdnîgariya me di bin zextan de ye, dixwazin jîngehên me tarî bikin. Li ser Kurdên Elewî yên Kizilbaş zexteke sîstematîk pêktînin.

Divê hesabê her qetlîamê bê pirsîn. Hesabê qetlîama Ermeniyan, hesabê qetlîama Cihûyan hate pirsîn. Helen têkoşîna wê dike. Divê Gurgumî vê ji xwe pirs bikin, me hesabê qetlîamê daye, yan jî me terciha jibîrkirinê daye? Gele me weke xwe jibîrkirinê dan nîşandan. Salên dirêj in ku me qetlîama Gurgumê xiste rojevê. Yên ku çûn ji bo bîranîna Gurgumê jî rast nêzîk nebûn, em ji nasnameya xwe narevin, ya ku tê xwestin em bi rastiya civaka xwere hevrû werin. Temaşeyî rewşa Rojhilata Navîn bikin, rewşa Gurgumê binirxînin. Dibêjin ku eger em Gurgumê ji pirsgirêka Kurd cuda bibînin, wisa xuya dike ku tiştekî bi me nekin; ev windakirina herî mezin e. Sînorê Sûriyeyê, ne 100 kîlometre ye jî, xet nuqteya girêdanê ya vebûnê ye. Li hember Rojava amadekariyan dikin. Em parçeyek ji vî şerî ne, ev bûyer ne pirsgirêkeke hiqûqî ye, ev pirsgirêk siyasî ye. Divê em li ber xwe bidin û xwe bi rêxistin bikin.”

...