Li hember Kurdan û dostên wan operasyonên qirkirina siyasî

Operasyonên qirkirina siyasî li Amed, Mûş, Îzmîr û Denîzliyê dewam kirin.

AKP/Qesr a nikarin li hemberî Kurdan û dostên wan bi ser bikeve, operasyonên xwe yên qirkirina siyasî didomîne. Li Amed, Mûş û Îzmîrê 15 kes hatin binçavkirin. Li Denîzliyê jî kesek hat girtin. 

AMED

Li navçeya Licê ya Amedê polîsan serê sibehê bi ser malan de girtin. Di serdegirtinan de rêveberê HDP'ê yê Licê Osman Agin û welatiyê bi navê Hulkî Akman hatin binçavkirin. Agin û Akman ên birin Midûriyeta Polîsan a Licê hate hînbûn ku wê bibin Midûriyeta Polîsan a Amedê.

Alîkarê Sekreterya Giştî  yê  Şaredariya Bajarê Mezin Amedê Huseyîn Bayrak jî li navçeya Peyasê di encama serdegirtina mala wî de hat binçavkirin. Bayrak birin Mirdûriyeta Emniyetê ya Navçeyê. 

Şaredarê berê yê Êlihê Huseyîn Kalkanê ku çûbû dadgehê dozekî bişopîne li Ferqînê ji aliyê polîsên Tirk ve hat binçavkirin. 

MÛŞ

Li navçeya Melezgîr a Mûşê, duh bi şev endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr ê DBP'yî Alparslan Kardan û Halîl Gorcu hatin binçavkirin. Kara û Gorcu birin Midûriyeta Emniyetê a Melezgîrê

DENÎZLÎ

Li Denîzliyê Xwendekarê Zanîngeha Pamûkkaleyê Mervan Çaçan hat binçavkirin û bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin. Dadgehê jî, ji ber ku Çaçan li Nisebînê alikariya birîndara kiriye biryara girtinê da. 

ÎZMÎR

Li navçeyên Konak, Karşiyaka, Menemen û Bayrakli yên Îzmîrê danê sibehê hêzên dewleta Tirk bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinê de endamên Partiya Yekîtiya Şoreşgeran Nurhak Sabur, Yakup Îşkar, Mustafa Kanar, Sadik Guneş Akbaş, Ranî Goren, Alper Yanar, Hazal Dallar, Mert Pekoz û Înan Sever hatin binçavkirin. Kesên ku hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê a bajarê Îzmîrê.