Li Eren Keskîn û Reyhan Çapan cezayê girtinê hat birîn
Li rojnamevan Eren Keskîn û Reyhan Çapan cezayê ragirtina li girtîgehê hat birîn.
Li rojnamevan Eren Keskîn û Reyhan Çapan cezayê ragirtina li girtîgehê hat birîn.
Hevgerînendeya berê ya rojnameya Ozgur Gundemê Eren Keskîn û Midûra Berê ya Karên Nivîsê Reyhan Çapan, bi cezayê ragirtina bi 3 sal û 9 mehan hatin cezakirin.
Li hemberî Keskîn û Çapan, ji ber nûçe û gotarên di rojnameyê de hatin weşandin, bi îdîaya "propaganda rêxistinê hatiye kirin" doz hatibû vekirin. Rûniştina li ser biryara vê dozê li 13. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hat. Heyeta dadgehê, li her yek ji van rojnamevanan 3 sal û 9 meh cezayê ragirtina li girtîgehê birî.
Parêzer Ozcan Kiliç diyar kir, ew ê li dijî biryarê derkevin.